Rûsya: 26 dronên Ukraynayê hatin xistin

Pergala parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê 26 dronên Ukraynayê xistine.

Rûsya: 26 dronên Ukraynayê hatin xistin
16 nîsan, 2025   11:14
NAVENDA  NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê di saetên şevê de 26 dronên Ukraynayê xistine.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, li herêma Voronezh 9, li herêma Belgorodê 8, li herêma Kurskê 4, li herêma Lipetskê 2, li Qirimê 2, li herêma Moskovayê 1 dron hatin rûxandin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku pergalên wê yên parastina hewayî çar bombeyên JDAM, 5 mûşekên HIMARS yên amerîkî û 304 dronên Ukraynayê îmha kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku   hêzên Rûsyayê li Ukrayanyê depoyên moşek û dronan, tesîs  û navendên leşkerî yên perwerdekirinê, kirin hedef. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li 144 herêmên li nuqteyên demkî yên teşkîleyên komên çekdar ên Ukraynayê jî hatin  xistin.

(bb)