Gerîla TV dîmenê nû weşandin

Gerîla TV dîmenê destwerdana gerîla ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker weşand

Gerîla TV dîmenê nû weşandin
16 nîsan, 2025   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Gerîla TV dîmenê destwerdana gerîla ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li gel agirbestê jî êrîşên xwe yên li ser qadên gerîla dewam dike weşand.

Di dîmenên çalakiyê de ku ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve 12'ê Nîsanê li qada berxwedanê ya Sergelê ya li herêma Zapê hate kirin, tê dîtin ku li wesayiteke zirxî tê xistin ku diket baregeha dagirkeriyê. Hate ragihandin ku çalakî saet di 06:15'an de hate kirin.

Di 13'ê Nîsanê de jî li qada berxwedanê ya Girê Baharê ya li herêma Zapê, li tankekê hate xistin ku bombe li tunel û çeperên gerîla dibaran. Droneya kamîkaze bi heman rengî kete nava baregeha leşkerî û tank îmha kir.