Rûspiyên Til Hemîsê: Em alîgirên yekitî, aştî û biratiyê ne

Rûspiyên herêma Til Hemîsê diyar kir ku divê gelê Sûriyeyê xwedî zanabûn û hevgirtin be, ku welatê xwe bi îrade û îsrar ava bike û nêrîn bibin yek ku maf û daxwazên tevahî pêkhateyan werin misogerkirin.

11 gulan, 2025   22:44
TIL HEMÎS

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya rûspiyên herêma Til Hemîsê civîneke berfireh ji bo şîrovekirin û nirxandina nêrîna siyasî di vê qonaxê de ku herêm tê re derbas dibe, li dar xist.

Civîn li hola Mesrifa (bank) Çandiniyê ya bajarê Til Hemîs ê kantona Cizîrê hat lidarxistin.

Di civînê de rûspiyên eşîrên ereb ên ji êla Tey, Şerabîn, Tifêhiyîn, Raşid, Esaf, El Bo Asî, Begara, nûnerên ji QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Til Hemîsê, nûnerên ji partiyên siyasî amade bûn.

Di civînê de nûnerê Rêveberiya Xweser Kawa Qehreman li ser geşedanên li Sûriyeyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî û li ser hewldanên têkbirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser û projeya wê ya biratiya gelan, axivî.

Qehreman li ser qonaxa piştî hilweşîna rejîma Baas, tevliheviya ku komên çekdar ên girêdayî desthilata Şamê derxistiye, "Kongreya Diyaloga Niştîmanî", "Danezana Destûrî" ya yekrengî û destwerdana dewleta Tirk a dagirker di kar û barên hundirîn ên Sûriyeyê de, axivî.

Qehreman diyar kir hemû dewletên rojavayî kiryarên desthilata Şamê ku hîna rewabûna giştî wernegirtiye dişopînin û hemwextî wê cezayên li ser Sûriyeyê didomin.

Qehreman behsa pêvajoya diyalogê ya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û desthilata Şamê de kir û got ew yek bi gavine hêdî bi rê ve diçe, bi taybet hemwextî lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

Qehreman got armanca Rêveberiya Xweser têkbirina hegemoniya navendî û avakirina Sûriyeya demokratîk a biedalet û wekhevî ye û got: "Kurd di vê pêvajoyê de pêşeng bûn, piştre tevahî  pêkhateyên din tev lê bûn û teror têk birin. Pêşxistina Rêveberiya Xweser ji bo tevahî Sûriyeyiyan qezencek e."

Qehreman got: "Divê di serî de Ereb bizanin ku yekrêziya Kurdan ji bo xurtkirina Rêveberiya Xweseirya Demokratîk e ku ew jî gaveke erênî û mezin e. Yekrêziya Kurd wê bikeve xizmetî Rêveberiya Xweser û şoreşa Sûriyeyê. Di heman demê de wê bikeve xizmetî tevahî pêkhateyan ji Ereb û Suryanan."

‛PARASTINA HERÊMÊ LI HEMBER GEFAN ERKA ME YE’

Rûspiyê eşîra Tey Şêx Hamid El Hemze li ser rewşa siyasî û xizmetguzarî ya herêmê axivî û got erkê rûspiyan e ku herêmên xwe li hember gef an jî xeteriyan biparêzin û got: "Divê eşîr ji bo parastina herêmê bibin yek. Divê rûspiyên eşîran jî zarokên eşîra xwe hişyar bikin, ku pêşî li fitneyê bigirin û nekevin xefkên dijminên projeya Rêveberiya Xweser."

El Hemze got divê xebatên xizmetguzarî yên di aliyê çandiniyê, sewalvaniyê û qadên din wekî qîrkirina rêyan de, zêde bibin.

Berdevkê eşîra El Bo Xalib Ferec El Hemûd got ew wek eşîr ji erkê wan e ku pirsgirêkên debarê, xizmetguzarî û ewlehî ji aliyên têkildarî re veguhêzin û rûspiyên eşîran valveya ewlehî ya herêmê ne û ew fitneya li herêmê têk dibin.

‛EM ÎRO DI NAV DERYAYA FITNEYÊ DE NE’

Serokeşîrê Tifêhiyîn Elî El Hefel anî ziman ku divê fitne û gendeliya ku di nava pêkhateyên herêmê de tên derxistin werin têkbirin û got: "Divê em li pişta hev bin û di navbera me de hezkirin, biratî û aştî hebe. Em yekitiya xwe çêkin û welatê xwe bi îrade û îsrar ava bikin. Me şerê rejîma Baas’ê kir û me şerê terorê kir. Îro em banga yekitî, aştî û biratiyê dikin."

Serokeşîrê Tey Newaf El Ferhan diyar kir ku divê nêrînên tevahî Sûriyeyê li gorî maf û daxwazên gelê Sûriyeyê bibin yek û got: "Divê em di Sûriyeya nû de beşdar bin û mafên tevahî pêkhateyan misogerkirî bin û bi nasnameya xwe bijîn. Em bi nenavendiya ku mafên tevan misoger dike re ne."

(mh/fr)