Li Efrînê revandin, talankirin û qirkirina xwezayê dewam dikin

Li Efrîna ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, revandin û îşkencekirina şêniyan, talankirina milkan û qirkirina xwezayê dewam dike.

Li Efrînê revandin, talankirin û qirkirina xwezayê dewam dikin
12 gulan, 2025   05:06
HELEB
MIHEMED EBDO

Li Efrînê ya ku ji sala 2018’an de dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên li dijî niştecihên resen, revandin, talankirin û qirkirina xwezayê dewam dikin.

Çavkaniyên ji herêmê der barê sûcên ku di 2 hefteyên derbasbûyî de hatine kirin agahî dane me.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Qert Qelaq ê girêdayî bajarokê Şerayê derdora 20 darên zeytûnan ên şêniyê bi navê Ferîd Welo birîn.

Çavkaniyan  dane zanîn ku di hefteya borî de hin malbatên çeteyên koma "El Nuxbe" beriya ji gundê Emoro yê bajar Mabatayê derkevin mal û milkên şêniyan xirab kirin û dizîn. Li gorî çavkaniyan ji kesên ku mal û milkên wan hatine talankirin, Henan Rifet Mistefa, Luqman, Emîn Mistefa û Ehmed Mistefa hatin naskirin.

Her wiha çavkaniyan got, çeteyan kargeha givaştina zeytûnan a şêniyê bi navê Emîn Mecîd Mistefa dizîn. Li gorî çavkaniyan, dema xwediyê kargehê daxwaza mafên xwe kirin, gefa kuştinê li wan hate xwarin.

Hate diyarkirin ku çeteyekî koma "El Hemzat" yê bi navê Uqbe Ehmed ku ji gundê Meret Hermê yê Idlibê ye pezê xwe li zeviyên zeytûnan şêniyên gundên Derwîş û Miskê yên bajarê Racoyê diçêran. Şêniyan dane zanîn ku gundiyan dema giliyê çete li  "Saziya Ewlehiya Giştî" ya girêdayî desthilata Şamê kirin,  saziyê giliyê wan red kir.

Li gorî çavkaniyan, li Efrînê di meha borî de, şêniyê bi navê Welîd Mihemed Mihemed hat revandin. Çavkaniyan got çeteyên koma "Feyleq El Şam" li gundê Meydan Îkbisê îşkence li şêniyê bi navê Wehîd Reşîd Îsamîl û kesekî din kirin. Mixtarê gundê Belîkoyê Mihemed Menan jî dema ku diziya çeteyan ji milkên şêniyan dît, ji aliyê çeteyên "Polîsên sivîl" ve lêdan xwar.

(bb)

ANHA