Rûspiyên eşîrên Til Hemîsê: Guh nedin îdiayên derew

Şêx û rûpiyên hozên Ereb ên li bajarê Til Hemîsê piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û li dijî şerê taybet û îdiayên derew, hişyarî dan.

Rûspiyên eşîrên Til Hemîsê: Guh nedin îdiayên derew
Rûspiyên eşîrên Til Hemîsê: Guh nedin îdiayên derew
Rûspiyên eşîrên Til Hemîsê: Guh nedin îdiayên derew
Rûspiyên eşîrên Til Hemîsê: Guh nedin îdiayên derew
14 kanûn, 2024   15:48
QAMIŞLO

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên li bajarê Til Hemîsê bi armanca nirxandina geşedanên dawîn hatin gel hev.

Di civînê de rola şêx û rûspiyan di sekna li hember xetereyên li ser herêmê de, hat nîqaşkirin.

Rûspiyan diyar kirin ku "dê dest ji axa ku bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan ji zilmê hatiye rizgarkirin, bernedin."

Her wiha diyar kirin ku serdama nû li ser esasê jiyana hevbeş û projeya neteweya demokratîk hatiye avakirin û piştgiriya xwe bi QSDˈê anîn ziman û diyar kirin ku Sûriye malê tevahî gelê wê ye û nabe tu kes destdirêjiyê lê bike.

Di civînê de bal kişandin ser îdiayên derew ên ku çapemeniya dewleta Tirk belav dike û banga hişyariyê hate kirin.

Di civînê de hate gotin; rizgariya rasteqîn ew e ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji axaka Sûriyeyê derkevin, diyaloga navxweyî rêya çareseriyê ye û tenê gelê Sûriyeyê dikare welatê xwe bi rê ve bibe.

Di civînê de behsa projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî hate kirin û hate destnîşankirin ku modela stratejîk û bingehîn a avakirina Sûriyeyeke demokratîk, adilane û wekhev modela Rêveberiya Xweser a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

(bb)

ANHA