Dagirker û çeteyên wan ketine nava liv û tevgerê

Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  li herêma Qereqozaq û sînorê Kobanê kom dikin.

Dagirker û çeteyên wan ketine nava liv û tevgerê
14 kanûn, 2024   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine, dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, hewldanên agirbestê yên Koalîsyona Navneteweyî li çavan negirtine û ketine nava liv û tevgerê. 

Hat gotin ku komên çete û dewleta Tirk li derdora Pira Qereqozaq û li ser sînorê Kobanê hêz kom kirine.

(a)

ANHA