Agirbesta bi Tirkiye û çeteyên we re çênebû

Hatibû diyarkirin ku bi navbeynkariya Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê wê di navbera QSD û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de agirbestek pêk were, lê ji ber nêzîkahiyên dewleta Tirk, pêk nehat.

Agirbesta bi Tirkiye û çeteyên we re çênebû
14 kanûn, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî di bernameya taybet a Ronahî Tv de diyar kiribû ku bi navbeynkariya koalîsyona navnetewî, wê di navbera QSD û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de agirbestek pêk were. Her wiha gotibû ku ew amade ne ji bo veguhestina tirba Silêman Şah tişta pêwîst bikin. 

Li gorî agahiyan ji bo ku tirba Sultan Silêman Şah ji gundê Aşmê yê li rojavayê Kobanê veguhêzin cihê wê yê berê, yanî kêleka Pira Qereqozaq hevdîtin hatin kirin, lê dewleta Tirk daxwaz kiriye ku li vê herêmê kîlometreyek ernd bidin wan û ew ê çekên giran jî bicîh bikin, baregehekê ava bikin. Lewma lihevhatin çênebûye.

Bi vî rengî agirbest jî neketiye meriyetê.

 (a)

ANHA