Li Xezayê sîstema tendirustiyê di rewşa xirab de

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji 36 nexweşxaneyan tenê 8 jê hinek xizmetê didin û destnîşan kir ku birçîbûna mirovan metirsiyek cidî ya tendirustiyê ava dike.

Li Xezayê sîstema tendirustiyê di rewşa xirab de
17 kanûn, 2023   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl û Hemasê ku ji 7’ê Cotmehê ve li Xezayê Xezayê destpêkirî, bê navber dewam dike. Li Xezayê her roj hejmara miriyan zêde dibe, zêdetirî milyonek Filistîniyên ku ji cihên xwe bûne ji xizmeta bicihbûn, xwarin, ava paqij, derman û tendirustiyê bêpar mane, hewl didin bijîn.

Dîrektorê giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanim Ghebreyesus der barê sîstema tendirûstiyê a li Xezayê de li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal daxuyanî da û diyar kir ku hewl didin li nexweşxaneya Şîfa ya li bakurê Xezayê, careke din xebatên xwe yên xizmetê bidin bi hezaran nexweşan lê belê ev rewş hê jî di asta zehmet û kaotîk de ye.

Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku şandeyek ku ji pisporan pêktên ên Neteweyên Yekbûyî dibin rêveberitiya WHO’yê de ji bo dabikirina malzemeyên tibê û ji bi nirxandina pêwîstiyên tendirûstiyê gihane nexweşxaneya Şifa û diyar kir ku nexweşxane niha dikare xizmeta stabilizasyona travma û piştgiriya diyaliz bide. Tedros Adhanom Ghebreyesus, bi bîr xist ku xizmeta emelyatê hê ne gengaze. Îşaret bi wê yekê kir ku personelên ku li nexweşxaneyê neqla xwînê bikin û her dem bi nexweş re eleqeder bibin nîn e.

Tedros Adhanom Ghebreyesus amaje bi wê yekê kir ku li giştî Xeza sîsetma tendirustiyê di rewşa xirab de ye, ji 36 nexweşxaneyan tenê 8 jê dikare xizmetê bide û wiha got: “Li Şerîda Xeza kêmaniya xwarinê ku bûye sedemê zêdebûna birçîbûnê yek ji fikaran e. Dijwariya birçîbûnê, di heman demê de metirsiya cidî ya tedirûstiyê ava dike. Ji bo Xezayê yekane çareserî divê demildest agirbest were pêkanîn e.”

Berdevkê artêşa Îsraîl Avizhay Adraee der barê vekişandina leşkeran ji nexweşxaneya Kemal Adven ku li Beyt Lahiya bakurê Şerîda Xezayê ye daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li nexweşxaneyê hejmarek zêde ya çek, belgeyên veşartî, cîhazên têkiliyê hene, hêzên Îsraîlê bi îdiaya ku di êrişa 7’ê Cotmehê de cih girtine 90 kesên li nexweşxaneyê destser kirine.

Di nûçeya ajansa Nûçeyan a Filistînê WEFA’yê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê li Şerida ya Rojava di dema serdegirtina kampa koçberan a Deyr Ammar ku li rojavayê Ramallahê ye bi Filistînê re ketin nava pevçûnan, di nûçeyan de hat diyarkirin ku di encama guleyên hêzên Îsraîlê de Atallah Ziyad Bedha yê 16 salî hatiye kuştin û 2 ciwan jî bi giranî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê. Li Şerîaya Rojava di êrişên hêzên Îsraîlê û niştecihên Yahûdî de ji 7’ê Cotmehê ve heta niha hejmara miriyan bûye 291.

Raporrê taybet ê Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Francesca Albanese li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got: “Xaka ku di bin dagirkeriyê de kolonîkirina wê ji sala 1967’an heta niha polîtîkayên dewleta Îsraîlê ye û ev jî xaka Filistînê ya ku dest danîne ser e. Sivîlên Îsraîlê lê bi cih kirine ev yek ‘sûcê şer e’ û bi awayek girseyî Filistinî bi zorê ji cihê wan kirine ev yek jî ‘sûcê li dijî mirovahiyê ye.’ Ev sûcên ku berdewam dikin, ez di wê baweriyê de me di demên pêş de bi fermana girtinê re dê rû bi rû bimîne.′′

Li aliyê din di daxuyaniya ku ji aliyê wezareta kerên derve yê Fransayê hat dayîn de hat, diyarkirin ku di 13’ê Kanûnê de di encama lêdana Îsraîlê li bajarê Refah ê başûrê Şerîda Xezayê li avahiyekê, xebatkarê wezaretê bi giranî birîndar bûye û gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Xebatkarê birîndar ê Fransî piştre jiyana xwe ji dest daye.