Rêveberiya Xweser: Tirkiye û çeteyên wê li pey teqîna li Qamişloyê ne

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li pey teqîna li Qamişloyê ne. Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku berdewama van êrişan rê li ber şerekî mezin vedike.

Rêveberiya Xweser: Tirkiye û çeteyên wê li pey teqîna li Qamişloyê ne
29 tebax, 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê teqîna duh a li bajarê Qamişloyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker ku bi mentiqê qîrkirin û siyaseta tesfiyekirinê şerê gelê me dike  hewl dide îsrara gelê me ya avakirina jiyaneke bi rumet têk bibe. Dewleta Tirk li pêşiya tevahî cîhanê tolê ji serketina gelê me ya li dijî terorê û projeya wê ya tundraw rake.

Duh (Çarşemê) teqînek li bajarê Qamişloyê rû dabû. Di encamê de du sivîl (dayikek û kurê xwe) şehîd bûn. Ev teqîna ku Tirkiye û komên wê yên çete li pey wê ne armanc jê derxistina tevlihevî û pêşgirtina li îradeya gelê me ye. Di heman demê de armanc jê ew e ku derfeta vegerê ji çeteyên DAIŞ’ê re veke, projeya gelê me têk bibe û gel koçber bike.

Di demekê de ku em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, em ji cîhanê re bi bîr dixin ku şerê Tirkiye yê li dijî gelê me, hedefkirina sivîlan û êrişên bi balafiran bê mirov yên li dijî binesaziyê, şerê tolhildana ji serketina gelê me ya  dijî terorê ye.

Dewleta Tirk derfetê ji DAIŞ’ê re vedike da ku hewldanên gelê me yê têkoşîna li dijî wê asteng bike. Tevgerên îro yên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê û derveyî wê encamên jî vê yekê ne.

Li ser vêyekê erka hemû cîhanê, saziyên hiqûqî, mirovî û ewlehî ye ku li ber siyasetên qkirinê yên dewleta Tirk bigirin.

Berdewama van êrişan hewldanên istiqrarê asteng dike û herêmê ber bi şerekî ve dibe ku dê encamên wê ji bo her kesî teluke be. Em dê heta pêkanîna hêviyên gelê xwe têkoşîna xwe ya dîrokî bidomînin. Dijmin çiqasî zulmê li hembeerî me bike israra me ya mayîn, girêdana bi axê û berdewama berxwedana ta serkeftinê zêdetir dibe."

(bb)