Rûken Ehmed: Em dixwazin dîplomasiya jinan berfireh bikin 

Endama Komîteya Têkilî û Hevgirtina Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed da zanîn ku ew  qada dîplomasiya jinan berfirehtir dikin da ku mijarên jinan bi persektifa şoreşa ‘jin jiyan azadî’ hîn zêdetir nîqaşan bikin.  

Rûken Ehmed: Em dixwazin dîplomasiya jinan berfireh bikin 
9 adar, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Komîteya Têkilî û Hevgirtina Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, bersiv da pirsên ANHA’yê. 

* HÛN 8’Ê ADARÊ ÇAWA PÊNASE DIKIN, JI BO WE TÊ ÇI WATEYÊ?

8'ê Adarê ne tenê roja pîrozbahiyê ye, li dijî sîstemên navendî yên mêtinger, zihniyeta mêr û kapîtalîzmê ku dixwazin jinan îstîsmar bikin û vîna wê bitepisînin, roja têkoşîn û berxwedanê ye.  Ev roj sembola yekîtiya jinên cîhanê ye. Ji ber ku dengên wan li hev kom dibin û li dijî dagirkerî û mêtingeriyê eniyeke berxwedanê ya cîhanî ava dikin.  Ew roj tîne bîra me ku azadî nayê dayîn, lê tê bidestxistin, têkoşîna wekhevî û edaletê ne şerê ferdî ye, tevgerek komî ye ku sînor û erdnîgariyê derbas dike.  Ji bo min ev roj berdewamiya rêwîtiya dûr û dirêj a fedekariyên jinan ên ji bo pêşerojeke dadperwertir û azadtir e. Erêkirina gotina, ‘şoreşa jinê şoreşa hemû civakê ye’.

* DI CÎHANÊ DE JINAN DI VAN SALÊN DAWÎ DE ÇI DESTKEFTÎ BI DEST XISTINE?

Di van salên dawî de, cîhan bûye şahidê bilindbûna hişmendiya jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe û zêdebûna tekoşîna jinan. Tevger û tifaqên xurt li ser asta herêmî û cîhanî hatine avakirin û pirsgirêkên jinan di nîqaşên siyasî û civakî de bi awayekî cidîtir hatine rojevê.  Lê belê kêşeyên cidî yên ku li pêşiya berdewamiya vê têkoşînê dibin asteng jî hene. Jin li aliyekê du caran bi zordestiya rejîmên desthilatdar ên ku azadiya jinê ji bo hebûna xwe xeternak dibînin re re rû bi rû dimînin, ji aliyê din jî pêkhateyên baviksalarî hîn jî di nava civakan de ji kûrahî ve bibandor in. Ev jî pêvajoya pêkanîna wekhevî û dadmendiya civakî dirêj û aloz dike.  Bi ser de jî, gurbûna şer û pevçûnan li gel geşbûna tevgerên tundrew, bûye sedema paşketinê di hin destkeftan de.  Mînak li Afganîstan, Îran û Yemenê ku jin rastî hewlên sîstematîk tên. Ji ber vê yekê, tevî destkeftiyan jî rê hîn dirêj e û ji bo rûbirûbûna van dijwariyan û misogerkirina berdewamiya têkoşîna jinan, stratejiyên rêxistinkirî hewce dikin.

Lê tişta girîngtirîn veguhertinên fikirî û rêxistinî yên ku jinan li seranserê cîhanê pêk anîne ye. Bi taybetî li herêmên şer ên weke Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêşketinên girîng çêbûne. Jinan modeleke cuda ya şoreş û rêxistinkirinê pêşkêş kiriye. Ne tenê beşdarî qada siyasî bûne, di heman demê de civakek li ser bingeha wekhevî û zeyendî ava kiriye, her wiha pêkhateyên jinan ên serbixwe rêxistin kirine ku bikaribin rûbirûyê zihniyeta desthilatdar bên.  Ev destkeftî ne hêsan bûn, di encama têkoşîna rojane û berdêlên mezin ên jinan de hatin bidestxistin.

* TÊKOŞÎNA JINAN DI ASTA NAVNETEWÎ Û KUREWÎ DE DI KIJAN ASTÊ DE YE?

pirsgirêka jinê pirsgirêkek cîhanî ye ku sînor û çandan derbas dike. jin li deverên cuda yên cîhanê bi şêweyên wekhev ên zext û cudakariyê re rû bi rû dimînin. Her çend di hûrguliyan de cûdahî hebin jî, zordarî heman tişt e. Qirkirin, binpêkirinên mezin ku li Filistînê li ser jinan tên meşandin, binpêkirinên sîstematîk ên ku jin li Sûdanê di nava pevçûnên çekdarî de rû bi rû dimînin, biryarên nehiqûqî ku li Îranê li dijî çalakvanên jin tên dayîn û hewldanên guherandina qanûnên statûya kesane li Iraqê ya ji bo çespandina serdestiya mêran, delîl ên têkoşîna jinan a domdar a li hemberî desthilatdariyê ye.  Li Sûriyeyê em dibin şahidên mezinbûna tevgerên cîhadîst ku armanca wan vegerandina jinan a ji bo koletiyê ye.  Kuştina jinan û hedefgirtina jinên pêşeng ên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, ji bo şikandina vîna azad a jinan e.  Li Tûnis, Cezayîr û Fasê, zextên zêde yên li ser azadiyan û zêdebûna girtinên siyasî ji bo tevgera jin xeteriyeke din e.

Li cîhanê em bi kêşeyên nû re rû bi rû dimînin.  Ji alîyekê ve zêdebûna tevgerên radîkal, li aliyê din bilindbûna lîberalîzma hov û sermayedarîyê, birêxistinkirina jinan di asta rêveberî û biryargirtinê de dijwar dike. Ji ber ku jin di sîstemên aborî û siyasî yên serdest de ber bi perdeyan ve tê kişandin. Ev faktor li ser jiyana jinan a ji bo bidestxistina guhertinek rastîn xetereyek cidî çêdike. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û misogerkirina domdariya têkoşînên jinan, li her deverê avakirina tifaqên bihêztir û birêxistinkirina stratejiktir ferz e.

* ROLA JINAN DI SIYASETÊ DE AN JÎ DI JIYANA ROJANE DE ÇIQAS GIRÎNG E? ASTÊNGIYÊN LI PÊŞIYA TÊKOŞÎNA JINAN ÇINE?

Jin di avakirina aştî û siyaseta demokratîk de roleke bingehîn dilîze.  Dema ku jin di biryardayînê de cih digirin, polîtîka dadperwertir û berfirehtir dibin. Ji ber ku jin di warê pirsgirêkên civakê de xwedî nêrînek taybet e û pêşî li dadmendiya civakî û geşepêdana domdar vedike.

Astengiyên li pêşiya jinan gelek û piralî ne. Astengiyên çandî, civakî, urf û adetên ku azadiya jinan sînordar dikin û wan bi rolên şeklî ve girêdidin, astengiyên siyasî ên wekî biçûkxistina jinan di saziyên siyasî de hene. Dîsa astengiyên aborî yên ku jinan zêdetir berbi xizanî û îstîsmarê ve dibin hene.  Rejîmên desthilatdar û despotîk jî her tim hewl didin jinan ji qada giştî dûr bixin, ji ber ku dizanin azadiya jinê tê wateya azadkirina tevahiya civakê.

* DI PÊŞEROJÊ DE, HÛN JI BO MAFÊN JINAN ÇI GUHERTINAN HÊVÎ DIKIN? PEYAMA WE A 8’Ê ADARÊ ÇIYE?

Hêvîdarim ne tenê bi yasa, bi avakirina hişmendiyeke civakî ku bawer dike jin ne tenê ferd e, bingeha demokrasî û civakeke azad e, di pêşerojê de em bibin şahidê yekgirtina kûrtir a mafên jinan.  Divê em mafên jinan di astek destûrî de mîsoger bikin û hevbendiyên berferehtir ku beşdarbûna jinan di biryardanê de misoger bike ava bikin. Pêwîstiya me bi sîstemên parastinê yên bihêz ên ku jinan ji tundûtûjiyê û îstîsmarê biparêzin û siyasetên aborî yên ku serxwebûna darayî ji jinan re peyda dikin heye. Bêyî serxwebûna aborî, azadiya tam nayê bidestxistin.

Hêvî dikim ku 8'ê Adarê bibe banga têkoşînê, tenê nebe rojek pîrozbahiyê. Bibe roja ku em soza xwe ya berdewamkirina rêya berxwedanê teqez bikin. Tişta ku bi têkoşînê neyê bidestxistin, wê ti carî neyê dayîn.  Divê em dengê xwe bikin yek, rêxistina xwe xurt bikin û hişyariya xwe bilind bikin. Pêşeroja me tenê bi destên me tê avakirin.

* PEYAMA WE Jı BO JINÊN CIWAN ÊN KU DI VÊ TÊKOŞÎNÊ DE CIH DIGIRIN ÇI YE?

Pêwîste jinên ciwan bizanibin ku têkoşîn ne tenê di qada leşkerî de ye, têkoşîneke fikrî, çandî, civakî û siyasî heye.  Têkoşîna ji bo azadiyê pêvajoyeke berdewam e, ne hilbijartin e , pêwîstiyek e. Em bi sîstemeke cîhanî ya li ser cihêkarî û îstîsmarê re rû bi rû ne.  Hûn hêza dînamîk a ku dikare guhertinan pêk bînin, ji rûbirûbûnê netirsin û nîv-tedbîran qebûl nekin, ji bo guhertinên radîkal hewl bidin.

* HÛN WEKÊ KONGRA STAR, HEM DI ASTA HEREMÎ HEM JÎ YA KÛREWÎ DE JI BO JINAN ÇI DIFIKIRIN?

Em dibînin ku têkoşîna jinê ji têkoşîna berfireh a demokrasî û azadiyê nayê qutkirin.  Em di wê baweriyê de ne ku jin ne tenê beşeke ji guhertinê ye, hêza sereke ye. Ji ber vê yekê em kar dikin ku rêxistineke jinan a serbixwe û bihêz ku bikaribe rûbirûyê hemû pirsgirêkan bibe, ava bikin.

Li ser asta herêmê em hewl didin toreyên berxwedanê yên jinan berfireh bikin û bi tevgerên jinên din ên Rojhilata Navîn re tifaqan xurtir bikin. Ji ber ku têkoşîna me hevpar e û tu tevger bi qutbûna ji yên din nikare bigihêje armancên xwe.  Di asta cîhanê de em girîngiya avakirina sîstemeke konfederaliya demokratîk ji bo jinan dibînin. Em viya weke toreke hevgirtinê ya cîhanî dibînin ku bikaribe destekê bide têkoşîna li welatên curbicur û beşdariya jinan a di pêvajoyên aştiyê de û misogerkirina nûnertiya rast a jinan di hemû qadan de, zêde dike.

* PILANÊN WE YÊN PÊŞEROJÊ ÇINE GELO?

Li ser çend astan planên me yên stratejîk hene. Di nav wan de xurtkirina peywendiyan bi tevgerên jinan ên li cîhanê re, pêşxistina bernameyên perwerdehiyê ji bo bilindkirina hişmendiya jinan a ji bo mafên xwe û karê ji bo avakirina saziyên aborî yên jinan ku serxwebûna wan a aborî mîsoger dike, hene. Her wiha em pilan dikin ku qada dîplomasiya jinan berfirehtir bikin da ku li zêdetir welatan jin tê de cîh bigirin. Em dixebitin ku konferans û forumên ku mijarên jinan bi perspektîfa rizgarîxwazî ya şoreşgerî nîqaş bikin pêk bînin. Em di wê baweriyê de ne ku guhertina rasteqîn dê tenê bi rêkxistina bihêz û stratejiyên berdewam pêk were.