Hizbullah: Têkiliya me bi bûyerên tundiyê yên li Sûriyeyê re tune ye

Hizbillaha Lubnanê diyar kir ku têkiliya wê bi bûyerên tundî û pevçûnên li Sûriyeyê re tune ye.

Hizbullah: Têkiliya me bi bûyerên tundiyê yên li Sûriyeyê re tune ye
8 adar, 2025   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê têkiliya xwe bi bûyerên li perava Sûriyeyê re derewand û got: "Hin aliyan navê me bi bûyerên li Sûriyeyê diqewimin re girê da û em bi aliyê derxistina aloziyê tawanbar kirin."

Hizbullah anî ziman ku ew van îdiayên ku bê bingeh in red dike û di berdewama gotina xwe de bang li dezgehên çapemeniyê yên ku di veguhastina nûçeyên xwe de baldar in û nakevin pey hemleyên propagandayê, hişyar bin. Ji ber ku ev yek dikeve xizmetî armancên siyasî û berjewendiyên derve.

Li perava Sûriyeyê ku ji 6’ê Adarê ve şer û pevçûnên dijwar rû didin, 428 kes di encama şerê navbera hêzên desthilata Şamê û çekên bi ser rejîma berê de hatine kuştin.

(fr)