Rûken Ehmed: Divê êdî mafê hêviyê yê Rêber Apo were pêkanîn

Rûken Ehmed diyar kir ku divê civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ku di 9`ê Hezîranê de li dar bikeve, bigihêje encamekê û biryarên wê bikevin pratîkê û got “Divê mafê hêviyê ji Rêbertî re were pêkanîn û ew bi fîzîkî azad bibe.”

Rûken Ehmed: Divê êdî mafê hêviyê yê Rêber Apo were pêkanîn
7 hezîran, 2026   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo nirxandina biryarên têkildarî mafê hêviyê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dê di 9-11'ê Hezîranê de bicive. Der barê mijarê de Rûken Ehmed a ji rêveberiya bajarê Kobanê, ji ANHA`yê re axivî.

Rûken Ehmed got divê biryarên civînê werin bicihanîn û wiha axaftina xwe domand: "Em hêvîdar in ku şaşiyên berê dubare nebin. Divê komîte li gorî qanûnê tev bigere û mafê hêviyê ji bo Rêber Apo nas bike. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê bê pêkanîn."

Di dewama axaftinê de Rûken Ehmed diyar kir ku di van 27 salan de şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan neguherîne û wiha got: “Divê parêzer, rojnamevan û heyet bi awayekî asayî bikarin serdana Rêber Apo bikin. Lê heta niha şertên giran wekî berê berdewam in.”

‘DEWLETA TIRK GAVÊN CIDÎ NEAVÊTIN’

Rûken Ehmed da zanîn ku du sal e Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha got: "Piştî ku ev pêvajo hat destpêkirin, ji aliyê Tevgera Azadiyê ve du gav hatin avêtin. Gava yekemîn PKK`ê di kongreya xwe ya 12`emîn de xwe fesih kir û gava duyemîn PKK`ê çekên xwe şewitandin û got `em ji pêvajoya aştiyê re amade ne`. Lê li hember vê yekê tu gavên cidî ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine avêtin.”

Rûkenê anî ziman ku komîsyona ku hatiye avakirin heta astekê kar û xebatên xwe dan meşandin û got: "Yek an du kesên ji komîsyonê çûn gel Rêber Apo û hevdîtin kirin. Lê divê ev komîsyon hemû belge û raporên ku hatibûn amadekirin û pêşniyarên ku hatin kirin, divê radestî meclisê bihataba kirin û divê bibûya mijara sereke ya meclisa Tirkiyeyê. Ji ber ku ev meclis hemû partiyan di nava xwe de dihewîne û ev pêvajo hemû partiyan eleqedar dike.”

‘DIVÊ BIRYARÊN KU JI CIVINÊ DERKEVIN BIKEVIN PRATÎKÊ’

Rûken Ehmed destnîşan kir ku gelek kesên navdar piştgirî da pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan û ev wiha nirxand: “Ev civîna li pêşiya me ya ku dê 3 rojan dewam bike, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji bo mafê hêviyê yê ji bo Rêber Apo werin nîqaşkirin, girîng e. Gelekî girîng e ku heyeta DEM Partiyê cihê xwe di nava vê civînê de bigire. Her wiha parêzerên Rêber Apo yên ku 27 sal e bi Rêbertî re ne û ew heta roja îro rastî çi qas zehmetiyan tên, divê di civînê de beşdarî civînê bibin. Divê sedemên ku heta niha Rêber Apo 27 sal e di zindanê de ye û bi fîzîkî azad nebûye, nîqaş bikin. Her wiha divê bi rengekî zelal ev mijar di civînê de bên gotin û ji bo ku ev civîn bigihêje encameke baş, divê biryarên ku ji civînê derkevin, bikevin pratîkê.”

ANHA