Li ber avahiya parlemantoya Sûriyeyê li Şamê çalakiya Qanûn û Rûmetê

Li bajarê Şamê, li ber avahiya Parlemantoya Sûriyeyê li Şamê, bi druşmeya "Qanûn û Rûmet" de çalakiyek hat lidarxistin. Beşdaran daxwaza çesipandina serweriya qanûnê, têkoşîna li dijî gendeliyê, pêkanîna edaleta veguhêz û başkirina şert û mercên jiyanê û xizmetên giştî kirin.

Li ber avahiya parlemantoya Sûriyeyê li Şamê çalakiya Qanûn û Rûmetê
6 hezîran, 2026   18:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me yê li Şamê ragihand ku hejmarek welatî, di nav de rewşenbîr û çalakvanên civaka sivîl, beşdarî çalakiya "Qanûn û Rûmet" li ber avahiya Parlementoya Sûriyeyê li Şamê bûn û daxwaza çesipandina serweriya qanûnê û bidawîanîna gendeliyê kirin.

Beşdaran pankartên ku daxwaza tewanberkirina zimanê mezhebî û hesabpirsîna kesên berpirsiyarê gendeliyê û binpêkirina mafên mirovan dikirin, bilind kirin. Çalakvanan her wiha bal kişandin ser girîngiya baştirkirina şert û mercên jiyanê û çareserkirina êşên xizan û koçberan.

çalakvanan bal kişandin ser daxwazên têkildarî têkoşîna li dijî gendelî û ji karderxistinên keyfî, û bidestxistina edaleta veguhêz.

(k)