Rozîn bi bermahiyên kargehan zarokên xwe germ dike

Welatiya bi navê Rozîn Bekir a ku koçberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê bûye ji bo germkirina 8 zarokên xwe di vê zivistanê de û di gel dewama dorpêça hikumeta Şamê, bermahiyên kargehên endustiriyê kom dike û dişewitîne.

Rozîn bi bermahiyên kargehan zarokên xwe germ dike
Rozîn bi bermahiyên kargehan zarokên xwe germ dike
Rozîn bi bermahiyên kargehan zarokên xwe germ dike
Rozîn bi bermahiyên kargehan zarokên xwe germ dike
30 kanûn, 2023   04:39
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Li gel serma, zehmetiya dabînkirina rêbazên germkirinê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên ji hêla hikumeta Şamê ve dorpêçkirî ne, welatiya bi navê Rozîn Bekir (40) neçar dimîne ku tiştên ji ber kargehên li her taxan hene kom bike ku zarokên xwe germ bike.

Rozîn caw û blastîk di havînê de kom kirine, da ku zarokên xwe pê germ bike. Lê tevî ku şewitandina wan bermahiyan li ser tenduristiya zarokan xeter e, lê tu rêbaz ji bilî wê tune ne.

Li gorî gelek pisporên jîngehê şewitandina blastîk û tiştên din ên çêkirî gazên giran û madeyên kîmyewî yên jehrî derdixin û qirêjiyeke hewayê çêdike, bi wê re bandorê li çav, poz dike, kuxik û serêşiyê çêdike, ji wê zêdetir jî bandorê li nexweşên dil û bêhntengiyê dike.

Dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2018′an bajarê Efrînê dagir kir, Rozîn û malbata xwe de koçberî taxa Şêxmeqsûdê bûn û bi wê re rûbirûyî êşeke din a dorpêça hikumeta Şamê bûn.

Rozîn ji ajansa me re wiha got: "Tiştê herî zêde li pêş min zehmet e, dabînkirina rêbazên germkirinê ye, ji ber karê hevjînê min, ji ber kêmkirina saetên kehrebê sekinî. Êdî li gel zehmetiya li ser her du taxan dabînkirina debarê pir zehmet e."

Ji ber dorpêça li ser her du taxan heta niha ji sedî 40 kargehên xizmetguzariyê sekinîne. Li kêlek wê jî beşa bazirganî bi awayekî mezin zirar dît. Di encamê de di nava hezaran karkerên li her du taxan de bêkarî belav bûn û êşên welatiyan zêde bû.

Rewşa Rozîn mîna rewşa bi hezaran welatiyên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kantona Şehbayê ye ku ji dema dagirkirina Efrînê ve li hember siyasetên dorpêç û birçîbûnê ya ji hêla hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin li ber xwe didin.

(fr)

ANHA