Ermenên li Hesekê: Êriş berxwedana me têk nabin

Ermenên li Hesekê diyar kir ku armanca dewleta Tirk vîna gelan bişikîne û gotin: "Em ê ji berê bihêztir bin û balafirên dewleta Tirk a dagirker berxwedana me têk nabin."

Ermenên li Hesekê: Êriş berxwedana me têk nabin
30 kanûn, 2023   05:35
HESEKÊ
SÎBELCAN SELMAN

Dewleta Tirk a dagirekr ji 23′yê Kanûnê ve êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Di encamê de 9 welatî, 3 endamên Hêzên Ewlekariyê şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn. Her wiha binesazî, cihên stratejîk û xizmetguzarî ji xizmetê derketin. Li hemberî van êrişan jî hêrsa gel zêde dibe

Hevserokê Meclisa Civaka Ermenî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yervand Kasperian êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên şermezar kir  û got, dewleta Tirk hewl dide projeya demokratîk a pêkhateyên herêmê diparêze têk bibe.

Yervand wiha domand: "Armanc ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesazî û tevahî navendên xizmetguzarî û stratejî vîna gelan bişikîne û mozaîka civakî têk bibe."

Yervand anî ziman ku çiqas êriş giran bin û çiqas Erdoganê faşîst hewl bide nikar vîna û berxwedana gel têk bibe û dê gel li hember êrişên Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe bisekine, herêmên xwe biparêze.

Endama Meclisa Civaka Ermenî Sivan Aibo jî axivî û wiha got: "Wek em dizanin dîroka dewleta Tirk tije hovîtî û sûc e û li dijî gelê Ermen û tevahî gelên azadîxwaz komkujî û qirkirin pêk anîne."

Sivan wiha domand: "Ruxmî hemû hewldanên dewleta Tirk lê nikarî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya wan a demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan têk bibira."

Sivan wiha dawî li gotina xwe anî: "Em pêkhateyên herêmê em ê li dijî êrişên dagirkeriyê hevgirtî bin û ji berê bihêztir bin û balafirên dewleta Tirk a dagirker me naşikînin."

(fr)

ANHA