MSD biryara agirbestê ya Îsraîl û Hemasê erênî nirxand
MSD′ê biryara agirbestê ya Îsraîl û Hemasê erênî nirxand û got, divê çareseriyeke aştiyane ji aloziya Filistîn û Îsraîlê re were dîtin.
![MSD biryara agirbestê ya Îsraîl û Hemasê erênî nirxand](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202311/image_870x_65623b7b28bde.jpg)
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî agirbesta Hemas û Îsraîlê û pevguhertina dîlgirtiyan daxuyaniyek nivisîkî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: ′′Em ê biryara agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de û pevguhertina dîl û rehînan pêngavek erênî dinirxînin. Em bang li her du aliyan dikin rehîn û dîlgirtiyan serbest berdan û dema agirbestê dirêj bikin da ku di siberojê de karesateke mirovî çênebe.′′
MSD′ê, di serî de DYA, Komara Misir û dewleta Qeterê bang li tevahî aliyê navneteweyî yên têkildar jî kir ′′Ji bo rawestandina şerê li Xezayê û bidawîkirina aloziyê gavên dîplomasî biavêjin. Di serî de dewetên Ereban ên têkildar, hêzên navneteweyî yê destwerdêr teşwîq bikin bila sînorekî ji şerê Filistîn- Îsraîlê re deynin. Ji bo bîdawkirina şer lazim e çareseriyeke aştiyane were dîtin, rêz ji qanûnên navneteweyî re were girtin. Her wiha divê biryarên Neteweyên Yekbûyî werin pêkanîn da ku çareseriyeke mayînde ji bo her du aliyan pêk were û aştiya li ser esasê edaletê were mîsogerkirin.′′
(bb)