Rola rewşenbîran di pêngava azadiyê de

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat diyar kir ku pergalên kapîtalîst bi derketina ramana neteweya demokratîk re, pê hesî ku dawiya wan nêzîk e ji ber wê tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dikin.

Rola rewşenbîran di pêngava azadiyê de
22 tîrmeh 2024   02:35
HELEB
MIHEMED EBDO

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat balkişand ser erkên ku rewşenbîr ya di azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de û bi bidestxistin ku rola Rêber Abdullah Ocalan di pêşxistina rewşenbîran de ji bo ku rê li pêşiya civakan ronî bikin, kir.

Bîrhat wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan têgehên nû derxstin. Ji ber wê bû rewşenbîrek ku ji qeydên pergala kapîtalîst azad e. Ev têgeh bi pêş xistin û ramana xwe ya herî guncew bi rêya projeya neteweya demokratîk pêşxist."

Bîrhat di der barê pradîkmeya Rêber Abdullah Ocalan de jî  got: "Ji bo gelan aliyeke wê ya erênî hebû ku pêkhate û gel bi gelemperî dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de nûnertiya xwe bikin. JI ber wê berê pûsûleya pergalan lê bû, komplo li dijî wî kirin ji ber ku pê hesîn bi ramanên wî re, dawiya wan nêzîk e."

Her wiha Bîrhat diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan serî netewand û tawîzên takekesî neda. Berjewendiya giştî di ser ya xwe re girt. Ji ber wê heta niha dîlgirtî ye. Ji ber vê helwesta wî, Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî gelên azadîxwaz re bû semboleke zindî."

Bîrhat têkildarî rola Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina doz û pirsgirêkan de got: "Wî rejîma kapîtalîst deşîfre kir ku dixwaze statuyeke zordest ava bike ji bo ku hebûna xwe biparêze."

Bîrhat ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelên li Rojhilata Navîn, Rêber Abdullah Ocalan xilaskerê wan ji karesetê dibînin. Di çareseriyê û pêşerojê de jê îlhamê dibin. Ew ji bo gelek gelan bûye rêberek navneteweyî."

Bîrhat balkişand li ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan "Pergalên kapîtalîst ji ramanên wî ditirsin. Tirkiye di destê wan de amûr e ji bo ku têkiliya fikrî di navbera gel û wî de bibire. Lê belê ew siyasetên wan bi ser neketin. Ji ber ku gelên herêmê hîna li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin û li ber xwe didin."

Bîrhat diyar kir ku bidawîkirina tecrîdê erka rewşenbîran e û ji bo ev armanc pêk were hin xal bi bîr xist û got: "Divê her 5 beşên Menîfestoya Şaristaniya Demokratîk ji bo perwerdekirina civakê bibin xwendin. Divê zanabûna têkildarî berxwedana li hember kapîtalîzmê firehtir bibe û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan esas bê girtin da ku pradîkmeya rastîn a gel bi dest bikeve. Divê têkoşîn bê mezinkirin da ku azadiya wî ya fîzkî were bidestxistin." 

(şx)

ANHA