Desteya Perwerdê û Fêrkirinê civîna salê li dar xist
Bi diruşma ˊHebûna jinên zana parastina civakê û pêşxistina wê yeˊ Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Dêrazorê civîna xwe ya salê ya jinan li dar xist.
Civîn li avahiya Meclisa Rêveber a herêma Meamil li dar ket. Di civînê de nûnerên jinan, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, saziyên sivîl û xwecih ên kantona Dêrazorê beşdar bûn.
Di serî de cîgira hevseroketiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye Şêx Hesen li ser rola jinan di fêrkirin û gihandina nifşên nû de axivî.
Piştre hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Şehnaz El Hefel li ser tunekirina rola jinan berî naskirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan û têkbirina îradeya jinan bi navê ol û adetan axivî û got: "Niha jin di bin siya Rêveberiya Xweser de ji qeydan rizgar bûn û bi rêjeya ji sedî 50 bi zilaman re hevbeş in."
Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê Beraa El Seyid ve hatin xwendin. Paşê rapora salê ji aliyê endama Koordînasyona Jinan a Komeleya El Cezrat Îman El Salih ve hat xwendin. Her wiha sînevîzyonek li ser xebatên desteyê yên 2023 û 2024'an hat pêşandan.
Di dawiya civînê de encamnameyek hat dayîn:
Amadekirina planên stratejîk ji bo pêşxistina qada perwerdehî û fêrkirinê.
Pêşxistina perwerdehiyê ji bo avakirina nifşekî zana ku bi çanda neteweya demokratîk bawer be.
Danîna plan û bernameyan ji bo fêrkirinê (kesên nexwende) li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Pêşxistina asta zanînê ya jinan di qada perwerdehiyê de.
Rûniştandina nirxên demokrasî, jiyana komînal û jiyana hevbeş.
Pêşxistina derfet û karînên jinan di qada perwerdehiyê de.
(mh)
ANHA