Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Minbicê panelek li dar xist

Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Minbicê bi sernavê ˊcih û rola olan di sîstema netewa demokratîk deˊ, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan panelek li dar xist.

21 tîrmeh 2024   20:22
MINBIC

Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Minbicê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de panelek li dar xist.

Endamên Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Minbicê, Weqfa Al El Beyt, Rêveberiya Xweseriya demokratîk a kantona Minbicê û desteyên wê, Rêxistinên Civaka Demokratîk, meclisên bajêr, partiyên siyasî, Hêzên Cebhet El Ekrad, Hêzên Ewlekariya Hindirîn( asayîşa Jinê) û hijmarek ji îmamên mizgeftan tev li panelê bûn.

Di panelê de serokê Meclisa Olî ya kantona Minbicê Hisên Hemed bixêrhatina mêvanan kir.

Paşê endamê Meclisa rêveber a Kongreya Îslama Demokratîk Ebdurehman Bedirxan mijara yekemîn a panelê ya li ser îslama demokratîk di navbera têgeh û rola wê de nîqaş kir.

Mijara duyem ji aliyê endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Elî El Ebo ve hat birêvebirin. Mijar li ser nexşeya neteweya demokratîk û bidawîkirina krîzên li Rojhilata Navîn bû.

Serokê Edîtoriya Kovara Şerq El Ewset El Demokratî Selahedîn Muslim mijara sêyemîn bi rê ve bir. Di mijarê de li ser ola îslamê û olên din di navbera nêzîkatiyên fikrên Rêber Abdullah Ocalan, metoda tevger û partiyên cîhanî de hat nîqaşkirin.

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir mijara çaremîn bi rê ve bir. Îbtîsam di mijarê de li ser rewşa jinan li Rojhilata Navîn di navbera pirsgirêk û çareseriyê de axivî. 

Piştî giştî mijar hatin şîrovekirin beşdaran nêrîn xwe gotin. Beşdaran diyar kir ku desthilatê di dîrokê de îslam li gorî xwe bi kar aniye, da ku gelan ji ol û cewhera wê ya li ser biratî, wekhev û edaletê de ye bi dûr bixe. Rêber Abdullah Ocalan jî anî ziman ku divê li bingeha ola îslamê ya li ser lêborîn û wekheviyê were vegerandin.

Têkildarî armancên panelê endamê rêveber ê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Minbicê Selah Mihemed axivî û got: "Ev panel ji bo aşkerakirina guhartinên siyasî li herêmê û çawaniya bikaranîna îslamê weke rêbaza lihevanînê hat lidarxistin. Her wiha ji bo bikaranîna olê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan ev panel hat organîzekirin."

Mihemed di dawiyê de got: "Em dixwazin xwe bigihînin îslama rasteqîn a ku banga biratî, hezkirin û aştiyê dûrî tundrawî, qetilkirin û wêraniyê dike."

(bh/fr)