Beşa yekemîn ji girtiyên li girtîgeha Xiwêranê hatin berdan

Desteya Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêkanîna biryara efûyê ya Rêveberiya Xweser de, beşa yekemîn ji girtiyên li girtîgeha Xiwêranê berdaa.

Beşa yekemîn ji girtiyên li girtîgeha Xiwêranê hatin berdan
21 tîrmeh 2024   21:02
HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 17'ê Tîrmeha 2024ˊan de biryara efûyê da. Ew biryar di civîna sêalî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hat dayîn.

Li gorî biryara efûyê, Desteya Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşa yekemîn ji girtiyên girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê ku efû wan digire nava xwe berda.

Bi dehan malbatên girtiyan, gelek rûspî û şêxên herêmê li pêş girtîgehê kom bûn ku xizmên xwe pêşwaz bikin.

Her wiha hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislit jî beşdar bûn. El Mislit destpêkirina berdana girtiyan ragihand û hêvî kir ku ew kesên hatine berdan bibin beşek ji civakê.

Serbestberdana girtiyên qanûna efûyê di nava xwe de dihewîne, dê beşî be. Ew jî piştî Desteya Edaleta Civakî û rêveberiya girtîgehê tedbîrên guncaw pêk bînin.

 (mh/fr)