Meclisa Civakî ya Ermenî kongreya 1ˊemîn li dar xist

Meclisa Civakî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya damezrîner li dar xist. Kongre bi gelek encamnameyan bi dawî bû.

21 tîrmeh 2024   17:34
HESEKÊ

Meclisa Civakî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya 1ˊemîn bi dirûşma "Em ê kar bikin, ava bikin û bi ser kevin tev komkujî û belavbûnê" li dar xist.

Di kongreyê de 300 endamên meclis û pêkhateyên herêmê, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd Rl Mislit û hevserokên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û Rûken Ehmed, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Di serî de beşên ji nivîsên Rêber Abdullah Ocalan ên ku bandor li jiyana gelan kirine û bûne sedema parastina herêmê li gorî felsefeya neteweya demokratîk, ji aliyê serokê Nivîsgeha Şêwirmendî ya Meclisa Civakî ya Ermenî Îmar Teteryan ve hatin xwendin.

Her wiha endama Meclisa Civakî ya Ermenî Erîf Qesebyan bixêrhatina beşdaran kir û got: "Ev kongre ji bo parastina çand û zimanê Ermeiyan, parastina biratiya gelan û rawestîna li hemberî qirkirinê, hatiye lidarxistin. Ev kongre vejîneke nû ya gelê Ermen ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim lidarxistina kongreyê pîroz kir û got: "Divê hemû gel û partiyên siyasî ji bo qirkirina Ermenan lêborînê bixwazin. Em ê di hemû aliyan de li kêleka gelê Ermen bin û destekê bidin wî."

Her wiha hevserokê MSD'ê Mehmûd El Mislit destnîşan kir ku ew ê ji bo avakirina welatekî ji bo tevahî gelên Sûriyeyê ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin, têkoşînê bidomînin.

Hevserokê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Ji gelek serdeman ve dewleta Tirk şerê hemû gelên herêmê dike."

Piştre bi sînevîzyonekê xebatên Meclisa Civakî ya Ermenî yên 4 salan hatin pêşandan. Dûre rapora xebatên 4 salan hat xwendin û rêzikname hat nîqaşkirin û erêkirin.

Her wiha hevseroketiyeke nû hat hilbijartin, ew jî Erîf Qesebyan û Rîvent Kesrebyan in.

Di dawiya kongreyê de encamnameyek hat dayîn û wiha ye:

Vegerandina milkên Ermenan li Meclisa Civakî ya Ermenî.

Dameziramdina Meclisa Leşkerî ya Ermenî.

Damezirandina Partiya Yekitiya Ermenî.

Nûkirina Yekitiya Jinên Ermen li Qamişlo û Dêrazorê û nûkirina nivîsgehên Til Temir, Dirbêsiyê û Reqayê.

Erkdarkirina nûnertiyên Meclisa Civakî ya Ermenî di daîeryên Rêveberiya Xweser de wek pêkhateyên din.

Avakirina akademiyekê ji bo perwerdeyên zimanê Ermenî û perwerdeyên girtî.

Pêşkêşkirina alîkariyan, mîna budce, mûçe û wesayîtan ji bo Meclisa Civakî ya Ermenî.

Girtina daîreyên ku bi navê Ermenan dixebitin û qedexekirina xebatên wan berî erêkirina Meclisa Civakî ya Ermenî.

Damezirandina komîteyekê ji bo parastina perestgehan li Qamişlo.

Vekirina komîna Ermenan li taxa Ermenan a Qamişlo.

(mh/fr)