ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-07-2024
22 tîrmeh 2024   02:00

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat diyar kir ku pergalên kapîtalîst bi derketina ramana neteweya demokratîk re, pê hesî ku dawiya wan nêzîk e ji ber wê tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dikin.

Akademiya Rêber Abdullah Ocalan 9 berhem çap kirin. Her yek jê, li ser dozeke diyar e ku Rêber Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de nirxandiye. Her wiha gelek berhemên din jî yên ramanên Rêber Abdullah Ocalan hatine çapkirin.

Şêniyên bajarê Dêrikê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevkariya PDK’ê piştgiriya xwe bi gerîla re anîn ziman.

Ji ber bilindbûna pileyên germahiyê, bûyerên pêvedana maran û dûpişkan li kantona Cizîrê zêde bûne.

Li Lubnanê pirsgirêka ceyranê vedigere sala 1964’an. Ji wê demê ve hewldanên rasteqîn ên bi armanca çareserkirinê nîn in. Pispora enerjiyê Kristîna Ebî Heyder li ser sedema pirsgirêka ceyranê got: "Pirsgirêka ceyranê polîtîk e, Saziya Ceyranê ji salan ve keysbaziyê li ser çalakiyên ceyranê dike. Ji bilî vê saziyê tu kes nikare ceyranê hilbirîne û bifroşe."

Rewşenbîr û nivîskarên Ereb destnîşan kirin ku bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan doza Filistînê jî dikare were çareserkirin û modela Rêveberiya Xweser a li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî mînak dan.

Şaredariya Gel a Til Hemîsê hemleyeke paqijiyê li tevahî taxên bajêr û kolanên sereke li dar dixe, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê cenazeyê şehîd Xalid Cemal El Hisên (Kemal Dirbêsiyê) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê oxir dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Komunîst a Kurdistanê salvegera 41ˊemîn a damezrandina xwe li navenda xwe ya li taxa Kornîş a Qamişlo pîroz dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Çanda Kurdî komxebatekê li hola Zana ya Qamişloyê bi sernavê ˊGuhartina demografîk û helandina çandê li herêmên dagirkirîˊ li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)