5 gundên Minbicê tên topbarankirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên kantona Minbicê topbaran dikin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Um Celûd, Ereb Hesen, Ewn El Dadat, Kawaklî û El Dendaniyê yên li bakur û rojavayê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.
Heta niha 32 guleyên hawn û obîsan li wan gundan ketine.
(fr)