Rojnameyên erebî: Şer li ber deriyê Lubnanê ye

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê û têkiliyên di navbera Rûsya û Koreya Bakur de.

Rojnameyên erebî: Şer li ber deriyê Lubnanê ye
20 hezîran 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî aloziya li ser sînorên Lubnanê nûçeyek bi sernavê "Şer li ber deriyê Lubnanê ye" nivisî. 

Rojnameyê diyar kir ku piştî êrişên Îsraîlê yên dawîn li dijî fermandarên Hizbullahê, helwesta Hizbullahê dijwar bûye. Ji helwesta wê diyar e ku ew ketiye şokê ku Îsraîlê bi rastî biryar daye şer bike û li aliyê din jî şerê Hemasê berdewam bike û ew dikare li her du eniyan şer bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku Hizbullah di wê baweriyê de bû ku Îsraîlê dê destpêkê Hemasê ji hev bixe û dê ev bi mehan dirêj bike û bi vî awayî Hizbullah xetên sor ên şer derbas nake.

Rojnameyê cih da daxuyaniya sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrullah a ku piştî daxuyaniyên Îsraîlê ku "planên êrişan" erê kirine, daye û diyar kir ku bi ragihandina şer e, gelo Îsraîl dê eniyê firehtir bike û li 2 eniyan şer bike yan jî Hizbullah bi piştgiriya Hemasê serê xwe xiste belayê?

DI NAVBERA 3 VEBIJÊRKAN DE HILBIJARTINÊN ÎRANÊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd têkildarî hilbartinên serokkomariyê yên Îranê ku 28`ê Hezîranê li dar dikevin, ankêtek çêkir û encama ankêtê parve kir. Li gorî ankêtê, kolana Îranê li ber 3 vebijêrkan maye. Beşek çi dibe bila bibe dê tev li hilbijartinan bibe. Beşeke din jî dudil e. Beşa sêyemîn jî hilbijartin boykot kiriye.

Li gorî rojnameyê, desthilata Îranê xema rêjeya dengdayînê dixwe, nemaze ku di hilbijartinên sala 2021`an ev rêje heta ji sedî 48.8 kêm bûye. Ev jî nîşan dide ku zemîna civakî ya hikumeta Îranê kêm bûye.

Rojnameyê bi bîr xist ku di hilbijartinên serokkomariyê de 6 namzet hene; 5 muhafazekar in û yek jî referomxwaz e.

‘SERDANA PÛTÎN XUYA DIKE KU EW DÊ PIŞTGIRIYA ARTÊŞA KOREYA BAKUR BIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da serdana serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a ji bo Koreya Bakur û diyar kir ku ev serdan, metirsiyan zêde dike ku asta piştgiriya leşkerî ya Rûsyayê ji bo Pyongyangê zêdetir bibe.

Rojnameyê cih da nirxandina pisporê Kore û Japonyayê Bruce Klingner ku dibe her du serok lihevkirinên leşkerî îmze nekin, lê dibe ku têkiliyên xwe yên leşkerî bi pêş bixin û Rûsya soz bide parastina Koreya Bakur bike.

Li gorî rojnameyê, Klingner destnîşan kiriye ku têkiliyên Rûsya-Koreya Bakur bi pêş dikevin û li ser berjewendiyên stratejîk ên Amerîka li Ewropayê, okyanûsên Pasîfîk û Hindî xetere ne.

Her wiha Klingner hişyarî da heke Rûsya şiyanên leşkerî yên Koreya Bakur xurttir bike, dê xetereyên li ser Japonya û Koreya Başûr ku hevalbendên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne û hêzên amerîkî yên li wir, zêdetir bibin. Rojnameyê da zanîn ku Klinger destnîşan kiriye ku her hevalbendiyeke leşkerî ya nefermî di navbera Rûsya û Koreya Bakur de, dê planên leşkerî yên hevalbendan girêktir bike û dê Pyongyangê teşwîq bike ku tevgereke ji vê provoketir bike.

(şx)