Sûcên dagirkeran li Efrînê didomin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 ciwan kirin hedef. Di encamê de her du birîndar bûn. Çeteyan şahidekî bûyerê jî revand.

Sûcên dagirkeran li Efrînê didomin
20 hezîran 2024   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ên li Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker rasterast 2 ciwanên kurd; Cemal Elî Gulîn (26) û Mihemed Welîd Elîko (22) yên li motorsîkletê siwar bûbûn, li nêzî kampa Avrazê kirin hedef. Her du ciwan vedigerîn malên xwe yên li gundê Dargirê yê Mabetayê.

Her wiha çeteyan Bekir Ednan Bekir ku şahidekî vî sûcê çeteyan bû, revand. Bekir jî li dû her du ciwanan bi motorsîkletê vedigeriya heman gundî.

Beriya wê jî çeteyan şêniyê bi navê Rêzan Mihemed (44) ji pêşiya mala wî ya li taxa Mehmûdiye ya Efrînê revandibû.

(şx)