Li Efrînê şêniyek hate revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şêniyek ji pêşiya mala wî revand.

Li Efrînê şêniyek hate revandin
20 hezîran, 2024   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Rêzan Mihemed (44) ji pêşiya mala wî ya li taxa Mehmûdiye ya bajarê Efrînê revand. 

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyan Rêzan ji gundê Şîtka yê bajarê Şiyê ye û çeteyan ew ber bi cihekî ne diyar ve revandiye.

Li Efrînê mîna herêmên din ên dagirkirî, ewlehî nîn e, sûcên wek kuştin, talankirin, dizîn û revandin, destavêtin ji aliyê çeteyan ve berdewam in. Her wiha çete xwe bi xwe bi hev dikevin.

(şx)

ANHA