Rojnameyên erebî: Zextên li pêşberî Biden û aloziya aborî ya li Tirkiyeyê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser bersiva DYA’ yê ya li hemberî kuştina leşkerên xwe, mijara normalîzekirinê ya di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de, her wiha aloziya aborî ya Tirkiyeyê.

Rojnameyên erebî: Zextên li pêşberî Biden û aloziya aborî ya li Tirkiyeyê
3 sibat, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî der barê êrişên DYA’yê yên li ser hêzên alîgirên Îranê yên li Sûriye û Iraqê de nivîsek bi sernavê "Êrişên tolhildanê yên Biden ên li Rojhilatê Navîn xetereyên siyasî bi xwe re tînin" weşand. Di nivîsê de hate diyarkirin ku serokê DYA’yê Jeo Biden têkildarî şerê li Rojhilata Navîn li pêşberî xaleke veguherînê. Hate gotin, derbeyên tolhildanê yên DYA’yê yên roja Înê yên piştî kuştina 3 leşkerên wê di êrişa balafira bê miroav a komeke çekdar a girêdayî Îranê de dê di sala hilbijartinan de encamên siyasî yên xetere bi xwe re bîne."

’EREBISTANA SIÛDÎ ZEXTÊ LI AMERÎKA Û ÎSRAÎLÊ DIKE DA KU BERIYA NORMALÎZEKIRINÊ SOZAN BI DEST BIXE’

Rojnameya El Ereb cih da hewldanên normalîzekirinê yên di navbera Riyad û Til Avîvê de. Di nivîsê de hate diyarkirin ku  Siûdî hewl didin sûdê ji aloziya ji ber şerê li Xezayê ya di navbera DYA û Îsraîlê de werbigirin da ku di têkiliyên xwe yên bi dewletên Ereban re qezenciyan bi dest bixe û Biden jî dixwaze normalîzekirinê wekî kaxezekê dê di hilbijartinan de bi kar bîne.

’JI BER HILWEŞÎNA ABORIYÊ SEROKA BANKA NAVENDÎ YA TIRKIYE ÎSTÎFA KIR’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser aloziya aboriyê ya li Tirkiyeyê. Di nivîsê de hate diyarkirin ku ji ber hilweşîna qada aborî seroka Banka Navendî ya Tirkiye Hefîze Xaya Erkan îstîfaya xwe pêşkêşî Recep Tayyîp Erdogan kir. Di nivîsê de behsa aloziya aborî û zêdebûna rêjeya enflasyonê ku hema bêje gihatşiye ji sedî 65 hatiye kirin.

(bb)