Rojnameyên erebî zextên Erdogan ên li ser ragihandinê nirxandin

Rojnameyên erebî diyar kir ku Erdogan ragihandina muxalefetê wekî hevakarê xwepêşandanên protestoyî yên li welat dibîne û  destnîşan kir ku ev siyaset negihîşt armancên xwe, lê belê ragihandina muxalefetê li dijî Erdogan bihêztir kir. Rojnameyê der barê nakokiyên Îran û Tirkiye de jî da zanîn ku nakokî êdî siyasî û leşkerî tenê nîn in, lê aliyên çandî û neteweyî jî giritye nav xwe.

Rojnameyên erebî zextên Erdogan ên li ser ragihandinê nirxandin
28 adar, 2025   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de zextên desthilata Tirk ên li ser ragihandinê, hevrikiya di navbera Îran  û Tirkiye de, her wiha hevsengiyên navneteweyî yên di dosyaya Sûriyeyê de nirxandin.

LI TIRKIYEYÊ HEDEFGIRTINA MEDYAYA NAVXWEYÎ Û DERVE: ERDOGAN MEDYAYÊ WEK HEVKARÊ XWEPÊŞANDANAN DIBÎNE

Rojnameya El Ereb ku siyaseta serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li hemberî medya nirxand, diyar kir ku "Erdogan medya wekî beşek ji muxalefetê dibîne ku divê bêdeng wê bike an ji bo xizmeta xwe bi kar bîne."

Rojnameyê destnîşan kir ku Enqere li welat û derveyî wê siyaseteke çewsîner li dijî rojnamevan û saziyên ragihandinê dimeşîne, lew ra rojnamevanên seribxwe medyayên dîjîtal wekî alternative bi kar anîn. Li gorî rojnameyê,  siyaeta Enqere negihîşt armancên xwe, lê belê ragihandina muxalefetê li dijî Erdogan bihêztir kir.

SÛRIYE DI NAVBERA DAXWAZÊN ROJAVAYÎ Û ARMANCÊN ÎSRAÎLÊ DE

Rojnameya El Quds El Erebî jî diyar kir ku "Tevî bandora girîng a Îsraîlê li Washingtonê, bi taybetî di çarçoveya derdora Trump de, em dikarin valahiya di navbera meylên berfirehkirina Îsraîlê û behîsa wê ya li ser perçekirina Sûriyê de, her wiha di navbera nêrîna stratejî ya Amerîkî ji bo tevahiya herêmê de dibînin. Amerîka dixwaze Peymana Birahîm berfireh bike, hejmara hêzên amerîkî (di nav wan de yên li Sûriyê) kêm bike. Her wiha bi pêkanîna "pirtûka şertan" ya ku ji hêla DYA û Ewropa ve tê xwestin berjewendiyên hevpar pêk bîne."

Li gorî rojnameyê; di serî de Erebistana Siûdî, Qeter, Urdin, Misir û Îmaratê, berjewendiya welatên ereban dikare giraniyê bide meyla çêkirina hevsengiyeke erebî û herêmî ku xwe dispêre aramî, serwerî û yekparçebûna axa Sûriyeyê.

’ÎRAN Û TIRKIYE: JI SIYASÎ BER BI NAKOKIYA ÇANDÎ Û NETEWEYÎ VE’

Rojnameya Independent Arabia bal kişande ser kêşeyên di navbera Îran û Tirkiyê de û îşaret bi wê yekê kir ku nakokiyên di navbera her du welatan de êdî tenê bi berjewendiyên siyasî û leşkerî ve namîne, belkî berfirehtir bûye ku aliyên çandî û neteweyî jî di nav xwe de digire. Li gorî rojnameyê "Enqere hewl dide ku bandora xwe li Asyaya Navîn û Kafkasyayê xurt bike. Lê Tehran vê yekî ji bo qada xwe ya kevneşopî ya jeopolîtîk wekî xeter dibîne.

Rojnameyê bal kişand ser ku Tirkiye hewl dide kesayetên çandî û rewşenbîrî yên navdar wekî Celaleddîn Rûmî û Nîzamî Gencawî wekî beşek ji mîrata Tirkiyê nîşan bide ku ev jî hesasiyetên Tehranê derdixe holê û nakokiyên çandî di navbera her du welatan de gurr dike.

(bb)