Di navbera Sûriye û Lubnanê de peymana diyarkirina sînor

Wezîrê parastinê yê desthilata Şamê û wezîrê parastinê yê Lubnanê peymana diyarkirina sînor di navbera her du welatan de îmze kir.

Di navbera Sûriye û Lubnanê de peymana diyarkirina sînor
28 adar, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Wezîrê parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman, wezîrê parastinê yê desthilata Şamê Murhef Ebû Qesra û wezîrê parastinê yê Lubnanê Mîchel Mensî, tevî şandiya bi wan re li Erebistana Siûdî civiyan. Civîn  bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên di navbera Sûriye û Lubnanê û dîtina çareseriyê pêk hat.

Di civînê de, ji bo diyarkirina sînorê di navbera Sûriye û Lubnanê de, avakirina komîteyên yasayî û pispor di çend waran de, aktîvkirina mekanîzmayên hemahengiyê di navbera her du aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlekarî û leşkerî, bi taybetî yên ku dibe li ser sînorê wan derkevin, peymanek hate îmzekirin.

Her du aliyan li hev kirin ku dê civînên li Erebistana Siûdî biomînin.

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê ku dirêjahiya wê 330 kîlometreyan e, bi dehan nuqte û dergehên neqanûnî hene. Ev dereng pir caran ji bo qaçaxçîtiya mirov, kelûpel û çekan têne bikar anîn.

(bb)