Rojnameyên erebî: Vegera DAIŞ’ê encama berjewendiyan e

Çavdêran diyar kir ku vegera çeteyên DAIŞ’ê encama karekî yekalî nebû, lê berhema lihevhatina berjewendiyên herêmî û navneteweyî bû. Hate diyarkirin ku hişyariyên serokê DYA’yê jı bo Iraqê nîşana guhertineke zelal a siyaseta DYA’yê ne. Her wiha hat destnîşankirin ku nîşaneyên heyî yên têkiliyên Washington û Tehranê ber bi dan û standinên cidî ve naçin.

Rojnameyên erebî: Vegera DAIŞ’ê encama berjewendiyan e
30 ÇILE, 2026   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên sibehê de cih da vegera çeteyên DAIŞ’ê û aliyên ku sûdê ji vê yekê digirin, hişyariyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ji bo Iraqê û zêdebûna fikarên rûdanên şerekî leşkerî di navbera Îran û DYA’yê de.

‘VEGERA DAIŞ’Ê... NIHA KÎ WÊ DIXWAZE?’

Rojnameya El Nehar der barê vegera çeteyên DAIŞ’ê de nivîsî û diyar kir ku “tiştê ku diqewime ne vejîneke leşkerî ya kevneşopî ya DAIŞ’ê ye, lê belê ji nû ve bicihkirinek e ku ji parçebûna pergala ewlehiyê ya herêmî sûdê werdigire.”

Rojnameyê destnîşan kir ku DAIŞ derbasî stratejiyeke windakirin û têkbirina baweriyê bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê bûye û ji qelsiya dosyaya zindanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nemaze piştî revîna girtiyan ji navendên ragirtinê yên li Heseke û Reqayê sûdê werdigire.

Li gorî rojnameyê vegera DAIŞ’ê ne encama karekî yekalî yan biryareke rasterast ji aliyê yek kesî ve ye, lê di encama lihevhatina berjewendiyên tevlihev ên aliyên herêmî û navneteweyî de derketiye holê.

Rojnameyê wiha nivîsand: "Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji nû ve girîngiya gefa cîhadîst sûd wergirtiye da ku xwe wek hevkareke bingehîn ji bo civaka navneteweyî di "şerê li dijî terorê" de destnîşan bike. Lewre kanalên ragihandinê yên siyasî û ewlehiyê ji nû ve ava bike, beşdarî Koalîsyona Navneteweyî bibe û zexta têkildarî têkiliyên xwe yên berê û yên bi komên ku wekî tundrew hatine destnîşankirin, sivik bike."

Rojnameyê diyar kir ku Washington vegera DAIŞ’ê wek "gefekê ku dikare were birêvebirin" dibîne, armanca pêşîn a Tirkiyeyê jî lawazkirina Rêveberiya Xweser e, di encamê de şaneyên DAIŞ’ê bi awayekî demkî çalak bûn. Her wiha "xetereya Kurdan ji xetereya cîhadîstan mezintir dibîne."

Rojnameyê wiha bi dawî kir: “Berjewendiyan DAIŞ kiriye amûrek fonksiyonel di pevçûneke berfirehtir de. Naxwazin DAIŞ bi ser bikeve an bi temamî têk biçe, lê dixwazin wekî amûreke zextê di hevsengiyên ji nû ve xêzkirina bandorê de li Sûriye û herêmê de bimîne."

‘LI PIŞT GEFÊN AŞKERA YÊN TRUMP ÊN LI SER MALIKÎ Û IRAQÊ ÇI HEYE?’

Rojnameya Ereb jî gefên serokê DYA’yê Donald Turmp ên li ser Bexdayê li dijî destnîşankirina Nûrî El Malikî wek serokwezîr û gefa qutkirina alîkariyan li ser Iraqê wekî "guhertineke bingehîn di siyaseta DYA’yê ya li hember Iraqê de ku ji zexta bêdeng ber bi siyaseta hişyariya vekirî ve diçe" nirxand.

Li gorî rojnameyê, daxuyaniyên Trump û nûnerê wî yê taybet, êrişek siyasî û yasayî ya hevrêzkirî li ser çîna serdest a li Iraqê pêk tînin, gendeliya avahîsaziyê bi fînansekirina milîsan û gefê li ser ewlehiya herêmî ve girêdidin. "

Rojnameyê da zanîn ku Washington niha Iraqê ne tenê wekî qadeke bandorê, lê di heman demê de wekî çavkaniyek nerasterast a fînansekirina Îranê bi rêya aboriyek gendel dibîne.

Rojnameyê di dawiyê de ev nirxandin kir " Iraq bi hevsengiyeke gelek xetere rû bi rû ye: an teslîmî zexta Amerîkî bibe an jî rîska cezayên aborî bigire ku dikarin krîza wê ya darayî kûrtir bikin."

‘DI NAVBERA PEYMANEK Û DERBEYEKÊ DE... GELO MUDAXELEYA LEŞKERÎ LI DIJÎ ÎRANÊ NÊZÎK E?’

Der barê mijara Îranê de rojnameya Şerq El Ewsat jî diyar kir ku nîşaneyên heyî nîşan nadin ku dan û standinên cidî di navbera Washington û Tehranê de hene, lê belê hewldanek ji bo “birêvebirina ber bi teqînê ve” ye. Rojnameyê destnîşan kir ku nakokiya li ser şertên danûstandinê di navbera nêzîkatiyeke berfireh a DYA û redkirina Îranê de, bi kombûneke girîng a leşkerî li herêmê re tê û ev yek amadekariyên ji bo gelek senaryoyan nîşan dide.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên rojavayî yên agahdar, rêveberiya Donald Trump rêzevebijêrkên leşkerî û siyasî dinirxîne.

Rojnameyê da zanîn ku her pevçûnek dê tavilê bandorê li bazarên navneteweyî yên enerjî û navgînasyonê bike, di heman demê de dê buhayê petrol û zêr bilind bibe û qada şer a herêmî berfireh bibe.

(b)