Li gundewarê Dêrazorê di encama êrişeke çekdarî de 3 kes hatin kuştin

Li bejahiya rojhilatê Dêrezorê ji aliyên hin çekdarên nenas ve otomobîleke hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hate armanckirin. Di encamê de 3 kes hatin kuştin 2 kes jî birîndar bûn.

Li gundewarê Dêrazorê di encama êrişeke çekdarî de 3 kes hatin kuştin
30 ÇILE, 2026   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, dema ku otomobîleke çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyê ji bajarokê El-Behra li gundewarê rojhilatê Dêrezorê derbas dibû rastî êrîşa çekdarî hat.

Heman çavkaniyê diyar kir ku êrîş di derengiya şevê de pêk hatiye û êrîşkar reviyan e. Di encama vê êrîşê de 3 çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Heta amadekariya vê nûçeyê rayedarên hikûmeta demkî di derbarê vê êrîşê de ti daxuyanî nedane.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku QSDê xwe Ii van deveran kişand, li dijî hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ev alozî li heremê zêdetir bûne.