Rojnameyên erebî: Tiştek di destê Esed de nemaye

Hewldanên asayîkirina têkiliyên Şam û Enqereyê, lihevhatina komên Filistînê, her wiha dan û standinên bidawîkirina şerê li Sûdanê, rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Tiştek di destê Esed de nemaye
25 tîrmeh, 2024   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî cih da mijara normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê. Rojnameyê gotarek bi sernavê "Tiştek di destê rejîma Esed de nîn e ku pêşkêş bike" weşand. Li gorî nivîskarê gotarê du mijar hene ku Beşar Esed nikare bersiva wan dide. Mijara yekemîn ew e ku derbaskirina madeyên hişbir ji bo welatên derdorê û ya din şerê li dijî Rêveberiya Xweser e.

Nivîskarê gotarê dibêje: "Rejîma Esed dixwaze rewşê vegerîna beriya şoreşa gel a li Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kiribû. Ji bo vê daxwaza bi cih bîne tiştek di destê wî de nemaye ku pêşkêş bike. Lê dibe tiştekî giran tenê bide Îsraîlê, koordînatên cihên hêzên alîgirên Îranê an şêwirmendên wê bide, lê ev jî vebijêrke tijî xetere ye."

EL EREB: PEYMANA LIHEVANÎNA FILISTÎNIYAN CIHÊ GUMANÊN NAVXWEYÎ Û DERVE YE

Rojnameya Ereb a Londonê cih da peymna ku tevgera Hemas û revgera El Fetih li Pekînê îmze kiriye. Hate gotin, gumanên pisporan li ser îmkana peymana lihevhatinê û "avakirina hikumeta lihevhatina neteweyî" li Xezeyê hene.

Hate diyarkirin ku beyannameya Pekînê ji bo naskirina asta girîngiya wê hîna di nirxandinê de ye û wiha hat domandin: "Hin kes bi fikar in ku peyman ji bo pêkanîna encamên berbiçav pêk neyne û dibêjin dê peyman mîna yên berê mehkûmî binkeftinê be."

Di nûçeyê de hat gotnin: "Filistînî bi coş li hewldanên Çînê yên pêkanîna lihevanînê di navbera komên Filistînê de nanêrin. Sedema vê yekê dispêrên ku Pekîn ji dosyaya Filistînê bi temamî dûr e û bandora wê ya siyasî an diravî ya rasterast li ser vê dosyayê nîn e."

DAN Û STANDINÊN LI SWÎSREYÊ YÊN JI BO SÛDANÊ; HÊVÎ HEYE?

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî şerê li Sûdanê û hewldanên agirbestê, gotarek bi sernavê "Amadekariya Washingtonê ya lidarxistina diyalogên sûdanî li Swîsreyê ne suprîz bû" weşand.

Li gorî gotarê, diyare ku Washington dixwaze dan û standinên li Cinêvê bi rê ve bibe. Hate diyarkirin ku Washington vê carê bêyî qeydên dîplomatîk zextê dike. Li gorî gotarê Pirsgirêkeke din heye ku Washington hewl dide dan û standinan berfireh bike û NY, Yekitiya Afrîkayê, Rêxistina IGAD’ê, Misir û Îmaratê û hinek aliyên din beşdar bike. Lê hikumeta berê ya Sûdanê ev yek red kir. Niha hewldanên mezin ji hêla gelek aliyan ve tên kirin da ku hikumetê îqna bike ku aliyên herêmî beşdarî dan û standinan bike, da ku karibe dawî li şer bîne."

(bb)