Rojnameyên erebî: Tehran zextê li Şamê dike da ku deynê xwe bide

Rojnameyên erebî cih da zextên Îranê yên li ser Şamê, dan û standinên têkildarî agirbesta li Xezayê û geşedanên li Sûdanê.

Rojnameyên erebî: Tehran zextê li Şamê dike da ku deynê xwe bide
29 nîsan, 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê ‘Tehran zextê li Şamê dike da ku bi rêya projeyan deynê xwe bide’ weşand. Di nûçeyê de hate gotin, li gorî çavkaniyan Tehran zextê li hikumeta Şamê dike da ku peymanên di navbera her du dewletan de hatine îmzekirin, bi rêya pêkanîna projeyên razemeniyê (50 milyar dolar) deynê xwe bide. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku Şam û Tehranê meha Gulana par peymana "Tevkariya Stratejîk" îmze kir û hatibû diyarkirin ku gelek peymanên di navbera her du aliyan de dê bikevin şûna dayîna deynan.

Rojnameyê cih da nirxandinên pisporekî aboriyê yê ji Şamê ku dibêje “Îran ji hilweşîna aboriya li herêmên hikumeta Şamê sûdê werdigire û dixwaze bibe veberhênerê sereke li welat, nemaze ku welatên Ereban û yên biyanî projeyên razemeniyê li Sûriyeyê qedexe kirine. Lê Şam xwe mecbûr dibîne serî li ber zextên Tehranê ku Şamê kontrol dikin, xwar bike.”

‘ŞANDEYA HEMASÊ LI QAHÎREYÊ YE; BERSIV DÊ DIYAR BIBE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê hewldanên ji bo agirbesta li Xezayê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku şandeya Hemasê beriya ku bersiva xwe ya dawîn bide Îsraîlê, li Qahîreyê ye. Hate diyarkirin ku şandeya Hemasê ya li Qahîreyê dê îro bi rayedarên misirî yên navbeynkar re hin xalên bersiva Îsraîlê ku pêşkêşî Hemasê kiribû, nîqaş bike.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Çavkaniyekî taybet aşkera kir ku rêveberiya Hamasê dixwaze hin hevokên ku di bersiva Îsraîlê de, bêne şîrovekirin. Ew hevokên ku tê de diyar dibe ku Îsraîl amade ye mecrên Hamasê yên agirbestê bipejirîne, wek vekişîna ji eniya Netsarîm (ku Xazayê dike du parçe), her wiha bi temamî ji Xezayê derkeve û agirbesta daîmî pêk bîne." Hate diyarkirin ku “Çavkaniyan destnîşan kir ku Îsraîlê di destpêka wan hevokan de gotiye “amade ne” yan jî “niyeta me heye”, bêyî ku mekanîzmayên wê diyar bike. Şandeya Hemasê ya li Qahîreyê jî dixwaze van tiştan bizane berî ku bersivê bide.”

‘SÛDAN: ÇAV LI RÊYA DAN Û STANDINÊN DERFETA DAWÎN E’

Der barê Sûdanê de malpera Sky News Arabia nûçeyek weşand. Hate diyarkirin ku çavê sûdaniyan li vê yekê ye ku zext û hewldanên navneteweyî û herêmî yên her du aliyên nakok bi vegera li ser maseya diyalogê bi encam bibe. Hate gotin, çavdêran diyar kiriye ku binkeftina hewldanên ji bo serxistina dan û standinên li Cedayê dê aloziya li welat kûrtir bike û êşa kesên ji ber şer reviyane û karê xwe ji dest dane, zêdetir bike.

Sky News Arabia ji bo siberoja Sûdanê 4 senaryoyên muhtemel destnîşan kirin; yekem: şerê navxweyî veguhere tevliheviyeke giştî. Duyemîn: şer bigihêje rewşeke rawestandî ku her du alî biwazin, dibe ku ji ber zextên navneteweyî desthilatdarî jî were dabeşkirin. Sêyem: dibe ku her du aliyên nakok ji bo rawestandina şer û avakirina saziyên rêveberiya destûrî ya hevbeş, bi hêzeke sivîl an jî bi hev re li hev bikin. Çaremîn: şer bi dawî bibe, di encamê de saziyên hikumeteke sivîl a destûrî di bin sîwana hêzeke rêxistinî de werin avakirin.

(bb)