Blinken gereke nû li Rojhilata Navîn da desptêkirin
Wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken gera xwe ya nû ya li Rojhilata Navîn bi serdana Erebistana Siûdî da destpêkirin.

Li gorî malpera Sky News Arabia, wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken gereke nû li Rojhilata Navîn da destpêkirin. Blinken di çarçoveyê vê gerê de li Erebistana Siûdî ye.
Hate ragihandin ku pêşxistina derfetên pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de û derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Xezayê rojevên serdana Blinken a li Rojhilata Navîn in.
Li gorî rayedarên Wezareta Karên Derve ya DYA’yê, çav li rê ye ku Blinken mijara avakirina têkiliyan bi Îsraîlê re bi rayedarên Erebistana Siûdî re gotûbêj bike. Her wiha diyar kirin Blinken dê li Riyadê bi hempîşeyên xwe yên hin welatên herêmê û Ewropayê re plana piştî şer û ji nû ve avakirina Xezayê nîqaş bike.
Blinken piştî Erebistana Siûdî dê biçe Urdun û Îsraîlê.
Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve ku Cotmeha 2023’yan dest pê kiriye, ev serdana 7’an a Blinken ji bo Rojhilata Navîn e.