Rojnameyên erebî: Sûriye bûye qada şerê herêmî

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de cih da êrişa Îsraîlê ya li ser qonslosxaneya Îranê ya li Şamê, danûstandinên agirbestê yên li Xezayê û hilbijartinên şaredariyê yên li Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Sûriye bûye qada şerê herêmî
3 nîsan 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî êrişa Îsraîlê ya li ser qonslosxaneya Îranê ya li Şamê nûçeyek bi sernavê "Sûriye veguheriya qada şerê herêmî" weşand. Rojnameyê diyar kir ku piştgiriya Îranê ji hikumeta Şamê re alîkariya wê kir ji bo ku li ser lingan bimîne, lê belê di heman demê de wê dikişîne nav çirava şerê di navbera Îran û rojava de.

Rojnameyê destnîşan kir ku hedefgirtina qonslosxaneya Îranê ya li Şamê, nîşan dide ku Îsraîl amadekariya bertekên leşkerî yên bihêztir û firehtir dike.

Li gorî rojnameyê, Beşar El Esed rast e piştgiriya Îranê li hember vê êrişê dike lê belê di heman demê de ji hebûna Îranê li Sûriyeyê şerm dike ji ber ku êdî rewş ji bin kontrolê derdikeve û Sûriye dikişîne nav çirava şerekî piralî.

Bi nêrîna rojnameyê, aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de bandor li planên El Esed dike yê ku xuya dike ku welatê wî ji aloziya xwe xilas dibe û li hewl dide di aliyê navneteweyî û herêmî de xwe ji nû ve bide qebûlkirin.

Rojnameyê cih da şîroveyên hin çavdêran ku êrişa Îranê li dijî armancên leşkerî yan jî dîplomasî yên Îsraîl, dê DYA`yê neçar bike ku destwerdanê bike û di encamê de dê êriş komên alîgirên Îranê yên li Sûriye û Iraqê bike.

ÎSRAÎL BEHSA PÊŞEKTINEKE ERÊNÎ DI DANÛSTANDINÊN QAHÎREYÊ DE KIR

Der barê rewşa li Xezayê û danûstandinên agirbestê de, rojnameya El Beyan diyar kir ku nîşaneyên erênî di danûstandinên pevguhertina dîlgirtiyan de hene.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da dauxyaniya rayedarekî îsraîlê ku ji desteya weşanê ya Îsraîlê re axiviye û got danûstandinên Qahîreyê "bi awayekî erênî" birêve diçin û aliyên danûstandinan, ji berê "nermtir" in û derfet heye di çend rojên bê de bi taybet di dosyaya vegera şêniyan ji bakurê Xezayê re, pêşketin çê bibe.

3 CAR IN HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYÊ LI LUBNANÊ TÊNE DERENGXISTIN

Rojnameya Şerq El Ewsat jî di weşana xwe de cih da hilbijartinên şaredariyê li Lubnanê û diyar kir ku li gorî nîşaneyên siyasî dibe ku parlamentoya Lubnanê, hilbijaritnên şaredariyê cara sêyemîn dereng bixe ku sala 2022`yan dereng xist ji ber ku hemwextî lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê bû û sala 2023`yan dereng xist ji berk u hêzên ewlehiyê di aliyê aborî û lojistîk de ne hazir bûn, li gorî rojnameyê derengxistina îsal jî dê ji ber şerê li başûrê Lubnanê be.

(şx)