Rojnameyên erebî: Şerên sala 2023′yan gefên îhtimalên metirsîdar dixwin

Rojnameyên erebî bal kişand ser şerên di sala 2023′yan de û bandorên wan li siberojê. Rojnameyan cih da hilbijartinên xwecih ên li Iraq û rewşa Tirkiyeyê jî.

Rojnameyên erebî: Şerên sala 2023′yan gefên îhtimalên metirsîdar dixwin
16 kanûn 2023   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Hura şerên ku di sala 2023′yan de li deverên cuda yên cîhanê rû dan, nirxandin. 

Di gotareke rojnameyê de hate destnîşankirin ku di sala 2023′yan de li parzemînên cuda yên cîhanê şeran rû da û hîna jî dewam dike. Hate gotin “Metirsî hene ku şer berfirehtir bibe û veguherî şerekî herêmî û dibe ku di rewşa herî xirab de veguhere şerekî navneteweyî.”

Her wiha di nivîsê de heta gotin, ji şerê Hemas û Îsraîlê heta şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê cîhan li pêşberî şerekî ye û dibe ku çarçoveya wê berfireh bibe û Efganistan û Yemenê jî bide ber xwe.

‘LI IRAQÊ AMADEKARIYÊN BOYKOTKIRINA HILBIJARTINÊN MECLISÊN PARÊZGEHAN’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da hilbijartinên meclisên parêzgehên Iraqê. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku li gel texmînên ji hev cuda yên têkildarî rêjeya beşdarbûnê, zêdetirî 35 hevpeymaniyên iraqî di hilbijartinên meclisên 15 parêzgehan de hevrikiyê li ser kursiyên encûmenên parêzgehan dikin. Her wiha hate diyarkirin ku hilbijartin li gel hevrikiya dijwar a di navbera hêzên siyasî yên cuda de, di heman demê de li gel aloziya dijwar a herêmê ya ji destpêka aloziya li Xezayê têne kirin. Hate destnîşankirin ev alozî bandorê li rewşa siyasî ya li welat dike.

Di nivîsê de hate diyarkirin ku di serî de Hevpeymana Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî El Malikî, Hevpeymaniya ‘Nehnû El Oma’ ya bi serokatiya Mihemed El Helbûsî û Hevpeymaniya ‘Nebnî’ ya Qeys El Xezelî û Hadî El Amirî, gelek hêz ji bo bidestxistina kursiyan hevrikiyê dikin.  

Têkildarî hêzên Kurd jî hate diyarkirin ku di nava hêzên kurdistanî de pêşbirka li bajarê Kerkûkê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya bi serokatiya Bafil Talebanî de dewam dike. Hate gotin, her du hêz jî li çend deverên parêzgeha Neynewayê hevrikiyê dikin.

Ji bo Tevgera Sedr jî hate destnîşankirin ku ji ber fermana Muqteda Sedr dê alîgirên wî deng nedin tu namzetan û hate gotin, hinek kombûnên siyasî ragihand ku dê hilbijartinan boykot bikin. Li gorî rojnameyê hêzên ku hilbijartinan boykot dikin, piraniya wan hêzên li dijî pergala siyasî ne yan jî bermahiyên tevgerên ku ji xwepêşandanên gel ên sala 2019′an de derketine.

‘DIBISTANÊN ÎSLAMÎ JI BO LAÎKÊN LI TIRKIYEYÊ CIHÊ FIKARAN E’

Der barê rewşa Tirkiyeyê de, rojnameya El Ereb îşaret bi gavên ku Tirkiyeyê ji bo belavkirina nirxên kevneşopî di nava xwendekaran de û zêdekirina waneyên ola îslamê, fikarên komên laîk ên li welat zêde dike û nakokiyan li ser rola olê ya di perwerdeyê de derdixe holê. Her wiha hate gotin, ev gav ku di van demên dawîn de têne avêtin, li gel pîrozbahiyên salvegera 100 salî ya komara laîk ji aliyê Ataturk ve, têne kirin. Li gorî nûçeyê, di 20 salên desthilatê de serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û AKP yên xwedî kokên îslamî li Tirkiyeyê li gorî baweriyên xwe yên kevneperest ji nû ve ev komar ava kir.

(bb)