Gerîlayan banga şerê azadiyê kir

20 ciwanên ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bibin bersiv tevlî nava refên gerîla bûn û balkişandin li ser mêtingehkirina Kurdsitanê, bang kirin ku şerê azadiyê were mezinkirin.

Gerîlayan banga şerê azadiyê kir
16 kanûn 2023   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanan bi daxuyaniyekî diyar kirin ku ew weke ciwanên welatparêz ên Kurdistanê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û di heman demê de ji bo silavkirina sala 46’an a PKK’ê tevlî nava refên gerîla bûne.

Daxuyanî wiha ye:

“Em li dijî derewên şerê taybet ê dewleta Tirk, hatine vir. Divê her ciwanek Kurd vê sekna me ji xwe re mînak bigire. Dagirkerî beriya her tiştî encex wê bi têkoşîna di nava refên gerîla de têk biçe. Lewma jî em bang li ciwanên keç û xort ên Kurdistanê dikin; divê werin tevlî nava refên gerîla bibin. Em bi hev re bi fîzîkî Rêberê xwe azad bikin, gel û welatê xwe ji çewisandinê rizgar bikin. Ji ber ku Kurdistan mêtingeh e, mêtingeha leşkerî ye. Lewma rizgariya Kurdistanê encex bi têkoşîna leşkerî ya di nava refên PKK’ê de pêkan e. Bê guman pêşengî û berpirsyariya vê beriya her kesî ayîdê ciwanên keç û xort ên Kurdistanê ne. Divê ew jî baş bizanin ku; her tevlîbûneke di nava refên gerîla de, li dijî dijminê xwînrêj derbeyek e. Lewma werin em hemû şerê azadiyê mezin bikin û bi ser bikevin.”