Rojnameyên erebî: Şerê Rûsya-Ukraynayê berdewam e, şerê li Sûdanê girantir dibe

Şerê Rûsya û Ukraynayê girantir û aloztir dibe û tu nîşanên çareseriyeke nêzîk xuya nakin. Li Sûdanê piştî ku bajarê El Faşir ket destê Hêzên Piştevaniya Lezgîn pêvajoya şer aloztir dibe.

Rojnameyên erebî: Şerê Rûsya-Ukraynayê berdewam e, şerê li Sûdanê girantir dibe
29 cotmeh, 2025   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro bal kişand ser dijwarbûna şerê Ukrayna û Rûsyayê û ketina bajarê El Faşir ê Sûdanê di destê Hêzên Piştevaniya Lezgîn de.

‘ŞERÊ LI BER HEMÛ ÎHTÎMALAN VEKIRÎ’

Rojnameya El Xelîc li ser şerê Ukrayna û Rûsyayê destnîşan kir ku piştî zêdetirî 3 sal û nîvan hîna şer berdewam dike, bêyî ku nîşaneyên çareseriyê hebin, ji ber ku ne aliyê Rûsyayê û ne jî yê Ukraynayê amade ne ku bihosteke axê bidin.

Rojnameyê nivîsî ku hewldanên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji bo pêkanîna çareseriyê, bi şert û mercên her du aliyan têne astengkirin ku rê li ber pêkanîna wê digirin.

Rojnameyê da zaîn ku Moskov ne amade ye ji şertên xwe yên ji bo aştiyê paşve gavan biavêje, bi taybetî mayîna li Nîvgirava Qirimê û deverên ku li rojhilatê Ukraynayê girtine, her wiha dixwaze ku Kîev tev li NATO`yê nebe. Ev şert û merc ji aliyê Ukrayna û welatên Ewropayê ve nayên pejirandin.

‘DEWLETÊN EREBÎ YÊN PARÇEBÛYÎ’

Rojnameya Al Quds El Erebî nivîsî ku ketina bajarê El Faşir, li Sûdanê di navbera herêmên rojava ku ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve tê kontrolkirin û herêmên naverast û rojhilat ên di bin bandora artêşa Sûdanê de, dabeşbûneke mezin çêkiriye.

Li gorî raporên mirovî, nêzîkî 260 hezar sivîl di nava bajêr de di şert û mercên dijwar de dijîn, xwarin û derman pir kêm in. Her wiha pevçûnên dawîn jî bi hezaran sivîl neçar kirine ku birevin deverên ewletir.

Li gorî Al Quds El Erebî, çavdêr dibêjin ketina El Faşir aloziyeke nû di pêvajoya şerê Sûdanê de çêkiriye û tirsên der barê parçebûna welêt di navbera hêzên leşkerî yên dijber û lîderên herêmî de, zêde dike.

(k)