Di êrişên Îsraîlê de 35 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 35 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Hemasê ragihand ku dê cenazeyên 2 girtiyên Îsraîlê derxistin lê diyar nekir bê ew ê wan radestî Îsraîlê bike yan na.

Di êrişên Îsraîlê de 35 kes hatin kuştin
29 cotmeh, 2025   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Berevaniya Sivîl a Şerîda ragihand ku Îsraîlê êvara sêşemê li dijî deverên cuda yên Şerîaya Xezayê êrişên hewayî pêk anîn û di encamê de 35 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Girêdayî wê baskê leşkerî yê Hemasê "Ketîbeyên Qesam" ragihand ku dê cenazeyên 2 girtiyên Îsraîlê li Xezayê derxistin, lê nehat diyarkirin bê ew cenaze dê radestî Îsraîlê werin kirin an na.

"Ketîbeyên Qesam" bi daxuyaniyeke din ragihand ku wê ji ber "binpêkirinên Îsraîlê" radestkirina cenazeyan bi paş xist û got êrişên Îsraîlê yên nû xebatên lêkolînê asteng dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îsraîlê Hemas bi binpêkirina agirbestê gunehbar kir û wek bersivekê wê êrişên hewayî li dijî deverên cuda yên Xezayê pêk anîn.

(mh)