Rojnameyên erebî serdana El Şeri ya li DYA’yê û hilbijartinên Iraqê nirxandin

Rojnameyên erebî der barê serdana Ehmed El Şeri ya li Washingtonê de şîroveyên cuda nivîsîn. Hin kesan got ew hewldanek ji bo şikandina tecrîda Şamê, hinên din jî got ew gaveke sembolîk a bêyî bandoreke siyasî ya zelal e. Hilbijartinên Iraqê jî wekî ezmûna xweragiriya pêvajoya demokratîk li hember nakokiyên navxweyî hatin dîtin.

Rojnameyên erebî serdana El Şeri ya li DYA’yê û hilbijartinên Iraqê nirxandin
10 mijdar, 2025   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdana serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hilbijartinên Iraqê manşetên rojnameyên rojnemeyên erebî yên îro ne.

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser hevdîtina Ehmed El Şeri ya bi serokê DYA`yê Donald Trump re û ev bûyer wek bûyereke dîrokî û bêhempa bi nav kir ku ji dema serxwebûna Sûriyeyê di sala 1946`an de, ev cara yekem e serdaneke wiha pêk tê.

Rojnameyê nivîsî ku El Şeri qonaxeke nû li Sûriyeyê dide destpêkirin, ji ber ku wî xwe ji pevçûna leşkerî ya bi Îsraîlê re dûr xistiye. Ev yek bandora Îranê li herêmê qels dike û hevsengiya hêzan li Rojhilata Navîn sererast dike. Rojnameyê bal kişand ser bandora vê gavê li ser Rûsya, Îran, Lubnan û Iraqê jî.

Rojnameya El Xelîc serdan wek "gaveke siyasî ya girîng ji bo bidawîkirina dûrketina dirêj a di navbera Şam û Washingtonê de" û destpêkirina qonaxeke nû ya têkiliyan bi hêzên mezin re, bi nav kir.

Her wiha da zanîn ku El Şeri, bi rêya serdanê, dixwaze ceza, bi taybetî Qanûna Qeyser, werin rakirin û piştgiriyê ji bo ji nû ve avakirinê peyda bike, aramiya navxweyî bi dest bixe, pirsgirêkên bi Îsraîlê re çareser bike û tev li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bibe.

‘HILBIJARTINÊN IRAQÊ ÊN TAYBET DE DEST PÊ KIR, LI BENDA ROJA EZMÛNA RASTÎN IN’

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El Ereb a li Londonê nivîsî ku roja dengdana taybet a ku roja Yekşemê ji bo personelên ewlehî û leşkerî hate lidarxistin "beşdarbûneke mezin û rêxistineke baş bêyî binpêkirinên girîng" derbas bû. Li gorî rojnameyên ev yek "hewldanên mezin ên ku ji hêla rayedaran ve ji bo temamkirina pêvajoya hilbijartinê hatine kirin" nîşan dide.

Lê rojnameyê hişyarî da ku "ezmûna rastîn" dê di roja hilbijartinên giştî de be, ku 11`ê Mijdarê hatiye plankirin, ji ber tirs heye ku gel hilbijartinan boykot bike, piştî banga rêberê Şîe Muqteda El Sedr a boykotkirina dengdanê. Her wiha ji ber pêşbaziya dijwar a di navbera hêzên siyasî de, îhtîmal heye ku binpêkirin çêbin.

(k)