Rojnameyên erebî: Lubnan dosyaya penaberên Sûriyeyê nîqaş dike

Dosyaya penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê, şerê Îsraîl û Îranê, serdana serokwezîrê Iraqê ya li Washingtonê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Lubnan dosyaya penaberên Sûriyeyê nîqaş dike
15 nîsan, 2024   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Beyan têkildarî dosyaya penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê nûçeyeke bi sernavê "Di rojeva Lubnanê de koçberî û serokatî li pêş in" weşand. 

Rojnameyê cih da daxuyaniyên serokê hikumeta demkî ya Lubnanê Necîb Mîqatî ku “piraniya herêmên Sûriyeyê ewle" nirxandin, lewre dê ji bo dosyaya penaberan bixebite.

Çavkaniyên hikumeta Lubnanê ku agahî dane rojnameya El Beyan, aşkera kir ku dê Mîqatî roja çarşemê li benda biryara Yekitiya Ewropayê be. Hate gotin; "Ev biryar dê rewşa herêmên ewle bûne, diyar bike. Bi şertê ku ev biryar bibe bingeha ‘Kongreya Siberoja Sûriyeyê’ ku biryar e 27’ê Gulanê were lidarxistin.”

‘ÎRAN Û ÎSRAÎL; LI PEY DERKETINA JI SÎWANA STRATEJÎK ÇI HEYE?’

Der barê şerê Îsraîl û Îranê de jî, malpera Sky News Arabia êrişa roja yekşemê wek yekemîn pevçûna rasterast a leşkerî ya bi dron û mûşekan li dijî Îsraîlê nirxand. Hate gotin ev êriş piştî bi dehan salên pevçûnên nerasterast ên bejahî, asîmanî, deryayî û sîber, di navbera her du aliyan de hat kirin.

Li gorî Sky News Arabia pisporên têkildarî kar û barên Îran, Îsraîl û têkiliyên navneteweyî, dibêjin şerê rasterast ê Tehran û Til Avîvê dê rê li ber şerekî mezin li herêmê veke, lê pêşbîn dikin ku Îsraîl rasterast êrişî Îranê neke.

‘SÛDANÎ LI WASHINGTONÊ YE DA KU QEZENCIYÊN ABORÎ BI DEST BIXE’

Rojnameya Ereb El Londoniye bal kişand ser serdana serokwezîrê Iraqê ya li Washingtonê. Hate diyarkirin ku mijara vekişandina hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Iraqê ku ji aliyê partî û komên şîe yên iraqî yên nêzî Îranê ve hatiye pêşkêşkirin, dê nebe rojeva serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê ya li DYA’yê. Hate gotin ku li gorî çavdêran, Sûdanî di hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên DYA’yê de dê giraniyê bide ser dosyayên diravî û aborî da ku qezencên aktîf bi dest bixe û di encamê de ezmûna xwe ya rêveberiya desthilata rêveber a li welat bi ser bixe.

(bb)