Çalakiya Nobeta Edaletê wê bi qonaxeke nû bidome

Malbatên girtiyan yên azadiyê ku li gelek bajaran Kurdistan û Tirkiyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd çalakiya Nobeta Edaletê dane destpêkirin dê bi çalakiyên cuda berdewam bike.

Çalakiya Nobeta Edaletê wê bi qonaxeke nû bidome
15 nîsan, 2024   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wê bernameya têkildarî çalakiya nobetê ya bajarên Kurdistan û Tirkiyê li Amed, Wan, Êlih, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê di rojên pêşiya me de berdewam bike. 

Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Eylem Bîrtane, têkildarî çalakiya ku malbatên girtiyan dimeşînin axivî.

Bîrtane, diyar kir ku mînaka tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin di cîhanê de nîne û wiha got: “Tecrîd êdî ji pirsgirêkeke polîtîk derketiye û veguheriye pirsgirêkeke mirovî û wijdanî.” Bîrtane, bal kişand ku tecrîd bandorê li civakê jî dike û wiha got: “Di 27’ê mijdarê de li girtîgehan berxwedana greva birçîbûnê dest pê kir. Pişt re ji aliyê dayikan ve çalakiya nobeta edaletê dest pê kir. Meşa azadiyê pêk hat.”

XEBAT DIDOMIN 

Bîrtane, anî ziman ku pêdivî hebû ku çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin û wiha berdewam kir: “Em bi dayikên di Nobeta Edaletê de axivîn û pêşniyarên wan girtin ku dixwazin çalakiyeke çawa bidin destpêkirin. Di çarçoveya vê yekê de em jî dê derbasî qonaxeke nû bibin. Xebatên me yên di vê astê de didomin. Dema amadekariyên me temam bûn, em ê têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyê bidin.”

Bîrtane, xwest ku xwedî li çalakiya wan a nû were destpêkirin bê kirin û ev tişt gotin: “Divê ewilî jin û ciwan xwedî lê derkevin. Em dixwazin hemû partiyên siyasî û sazî bi hestiyarî nêzîk bibin û xwedî li çalakiya me derkevin. Em bawer dikin ku em ê serbikevin. Em beriya niha jî bi ser ketin. Ev yek dîsa pêkan e.”