Rojnameyên erebî: Li dijî Durziyan komkujî pêk anîn

Çavdêran der barê şerê navxweyî û nakokiyên mezhebî yên li Sûriyeyê de hişyar dan. Bikaranîna hêza tund ji hêla Îsraîlê ve hat şermezarkirin. Dan û standinên li ser krîza Ukraynayê jî gihaştin rêyeke girtî.

Rojnameyên erebî: Li dijî Durziyan komkujî pêk anîn
30 tîrmeh, 2025   10:38

Rojnameyên erebî yên îro der barê bûyerên xwînî yên li Sûriyeyê, karesata mirovî ya li Xezayê û têkçûna dan û standinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de nivîsîn.

‘ÇEKDARÊN SÛRIYEYÎ LI DIJÎ DURZIYAN KOMKUJÎ PÊK ANÎN’

Rojnameya El Ereb li ser komkujiya li Siwêdayê nivîsî. Rojnameyê xwe spart raporeke Reutersê û destnîşan kir ku dîmenên belgekirî nîşan didin ku zilamên çekdar ên bi cilên leşkerî, sivîlên bêçek, bi taybet endamên malbatên Arnous û Saraya, bi gulebarankirina ji nêz ve kuştine.

‘SÛRIYE; EZMÛNA DIJWAR’

Rojnameya El Şerq El Ewset têkildarî xetereya şerê navxweyî û nakokiyên mezhebî yên li Sûriyeyê diqewimin, hişyarî da û da zanîn ku ev tiştên dibin, yekitiya dewleta Sûriyeyê û aramiya tevahiya herêmê têk dibin.

Rojnameyê destnîşan kir ku bûyerên li Siwêdayê ku di 13`ê Tîrmehê de qewimîn û bûn sedema kuştina bi sedan kesan û koçberbûna bi hezaran kesan, “mînakeke biêş a tunebûna netewebûnê ye, tevî ku di dîrokê de di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de jiyaneke hevpar hebû”.

‘TAWANÊN LI XEZAYÊ’

Rojnameya El Beyan li ser aloziya mirovî ya xirab a li Xezayê nivîsî û da zanîn ku sivîl li 3 deveran asê mane. Piraniya mal û binesaziya wan di encama şer de wêran bûne.

Rojnameyê behsa hejmarên tirsnak kir; “zêdetirî 60 hezar şehîd û 140 hezar birîndar û windahî, di nava wan de bi hezaran zarok ku rojane ji ber birçîbûn, tîbûn û kêmbûna dermanan dimirin”.

‘DAN Û STANDIN KETIN RÊYEKE GIRTÎ’

Rojnameya El Xelîc li ser têkçûna gera sêyemîn a dan û standinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku li Stenbolê pêk hat, nivîsî.

Rojnameyê destnîşan kir ku dan û standin ketin rêyeke girtî ku nayê vekirin. Ji ber ku tu alî naxwaze tawîzan bide, her wiha Moskov li ser erdê destkeftiyan bi dest bixe, ew bi sebr e û bawer e ku ew naşikê. Ukrayna jî hîna baweriya xwe bi piştgiriya welatên rojavayî tîne ku bikare li ber xwe bide.

(k)