‘NY alîkariyan dişîne Siwêdayê, hikumeta veguhêz raya giştî dixapîne’

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Siwêdayê diyar kir ku li herêmê ambargo heye û tenê alîkarî ji aliyê NYˊyê ve tê pêşkêşkirin, lê hikumeta veguhêz rastiya şandina alîkariyan berovajî dike.

‘NY alîkariyan dişîne Siwêdayê, hikumeta veguhêz raya giştî dixapîne’
30 tîrmeh, 2025   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Siwêdayê Nebîh Bekrî diyar kir ku li ser Siwêda û gundewarên wê dorpêç heye û alîkariyên di çend rojên berê de derbas bûne tenê yên rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) ne. Bekrî got: "Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hewl dide vê yekê berevajî bike ku wê ev alîkarî derbas kirine. Lê ev tişt yekcar ne rast e."

Têkildarî bûyerên li Siwêdayê yên piştî êrişên di 13ˊê Tîrmehê de dest pê kirine, Bekrî destnîşan kir ku alîkariyên derbas bûne pir kêm in. Bekrî diyar kir ku heke ev rewşa berdewam bike û pirsgirêk cidî neyê dîtin, dê karesateke mirovî çêbe.

Bekrî di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ji bilî alîkariyên NY dişîne tu alîkarî nagihêjin Siwêdayê. Lê tevî wê aliyên fermî yên hikumeta veguhêz vê dîmenê ji bo raya giştî bixapînin bi kar tînin û xwe wek xelasker nîşan didin. Em bang dikin ku îstîsmarkirina êşên şêniyan rawestînin."

Têkildarî trajedî û binpêkirinên li dijî sivîlên li Siwêdayê Bekrî got: "Bi destê komên çekdar xelkê herêmê hat qetilkirin û serjêkirin. Ev yek îxaneta li welatiyên yek xakê ye."

Bekrî diyar kir ku di dema erdheja Sibata 2023ˊyan de şêniyên Siwêdayê karwanên alîkariyan ji Hema, Laziqiyê û Humsê re şandibûn û di dawiyê de got: "Xelkê Siwêdayê vê bûyerê ji bîr nake, van heqaretan efû nake. Tevî van hemû zehmetiyan, em dibêjin Siwêda birçî nabe û dê xelk û civaka wê bi vîna xwe li ber xwe bidin."

(fr)