Rojnameyên erebî: Li Başûrê Kurdistanê tevgerên biguman ên îstixbarata Tirk

Rojnameyên erebî vê sibehê cih da aloziya di navbera DYA û wekîlên Îranê de, tevgerên îstixbarata dewleta Tirk ên li Iraqê û diyaloga DYA-Iraqê.

Rojnameyên erebî: Li Başûrê Kurdistanê tevgerên biguman ên îstixbarata Tirk
29 ÇILE, 2024   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî aloziya di navbera Washington û hêzên alîgirên Îranê de tora El Hura nûçeyek bi sernavê "Li pêşiya Biden gelek senaryoyên bersivandinê hene" nivisî. 

Torê diyar kir ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jeo Biden piştî ku soz da dê êrişa ku di encamê de 3 leşkerên amerîkî hatin kuştin, bê bersiv nehêle, li pêş gelek senaryoyan e û divê yek ji wan hilbijêre ji bo ku bersivê bide êrişên li dijî hêzên DYA’yê yên li herêmê û rê li pêşiya rexneyên Kongreyê yên li dijî Koşka Spî bigire.

‘TEVGERÊN BIGUMAN ÊN KALIN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ’

Rojnameya El Ereb têkildarî tevgerên biguman ên serokê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) Îbrahîm Kalim nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de destnîşan kir ku Kalin li Hewlêrê jî bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya. Bi nêrîna rojnameyê dewleta Tirk kaxiza hevkariya aborî bi Iraqê re, bi kar tîne ji bo ku rêveberiya wê îqna bike da ku di aliyê ewlehiyê de bi wê re hevkariyê bike.

Lê di heman demê de rojnameyê diyar kir ku kaxiza herî girîng a zextkirinê, av e ku kêmbûna wê ji bo gelek iraqiyan pirsgirêkeke mezin e.

‘DIYALOGA DYA-IRAQÊ TÊKILDARÎ VEKIŞÎNÊ DÊ ÇAWA BE?

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê daxuyaniyên rayedarên iraqî û amerîkî de nûçeyek nivisî. Di nûçeyê de diyar kir ku ji wan daxuyaniyan aşkera bû ku her du alî di çarçoveya dan û standinên vekişîna hêzên Koalîsyonê ji Iraqê de roja şemiyê li Bexdayê li hev civîne.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya hikumeta Iraqê, her du aliyan li hev kiriye ku 3 komên kar werin avakirin ku vekişînê binirxînin û lêvegerê çêke û dê asta gefa DAIŞ`ê, pêwîstiyên pêvajoyê û xurtkirina şiyanên hêzên iraqî li ber çavan bên girtin.

Rojnameyê destnîşan kir ku piştî nirxandinê, dan û standin li ser dema vekişînê dê dest pê bikin.

(şx)