Li Minbicê leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû

Leşkerekî hikumeta Şamê di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî kantona Minbicê de birîndar bû.

Li Minbicê leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû
29 ÇILE, 2024   10:38
MINBIC

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker noqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li rojavayê kantona Minbicê bombebaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku li dijî noqteya hêzên hikumeta Şamê ya li Qirtwêranê ya li rojavayê Minbicê êrişa bi balafireke bêmirov pêk hatiye û di encamê de leşkerek birîndar bûye.

(şx)

ANHA