Rojnameyên erebî: Îsraîl amadekariyên êrişeke berfireh dike

Rageşiya li ser sînorê Lubnanê, geşedanên li Iraqê, her wiha têkiliyên DYA-Îsraîlê rojevên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: Îsraîl amadekariyên êrişeke berfireh dike
10 sibat, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb cih da aloziya li ser sînorê Lubnanê. Di nûçeya rojnameyê ya bi sernavê "Îsraîl amadekariyên êrişeke berfireh li ser Hizbullahê dike" de, hate gotin artêşa Îsraîlê amadekariya êrişekê li dijî Hizbullaha Lubnanê dike. 

Li gorî rojnameyê, ev amadekarî di çarçoveya plana ji bo mîsogerkirina herêma bakur û vegerandina bi hezaran îsraîliyên ji ber êrişên koma şîe ya Lubnanê neçar man ji warê xwe bibin, tê kirin.

‘PARLAMANTO DER BARÊ ÊRIŞÊN DYA’YÊ YÊN LI DIJÎ HEŞDÎ ŞEBÎ DE DICIVE’

Der barê Iraqê de rojnameya El Quds El Erebî da zanîn ku parlamantoya Iraqê nîqaşên li ser bandorên êrişên domdar ên DYA’yê yên li dijî koma ‘Muqawema Îslamiye’ û ‘Heşdî Şabî’ û baregehên wan didomîne.

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku di êrişa herî dawîn de fermandarekî tûgeyên Hizbullahê li rojhilatê Bexdayê hat kuştin. Hate diyarkirin ku rageşiya dawîn a di navbera van koman û hêzên DYA’yê de, rola hikumetê di tûra duyemîn a diyalogên vekişandina hêzên Koalîsyonê de xurt kir.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre kesên nêzî wan koman, komên navborî ji bo bersivdayîna êrişên dawîn ên DYA’yê planekê çêdikin.

‘NÎŞANEYÊN KÛRKIRINA NAKOKIYÊN DI NAVBERA BIDEN Û NETANYAHU DE’

Rojnameya Erebî El Cedîd cih da rexneyên serokê DYA’yê Jeo Biden ên li dijî serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu.

Li gorî rojnameyê rexneyên serokê DYA’yê yên li Netanyahu yên ji ber şerê Îsraîl û Hemasê, wekî nîşaneya kûrbûna nakokiyan di navbera her du serokan de hat nirxandin.

(bb)