Rojnameyên erebî îro

Ragihandina muxalefeta Tirkiye binçavkirina serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi tawana "Gendelî û piştevaniya terorê" bi "derbeyeke leşkerî ku armanc jê dûrxistina hevrikê sereke yê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan" nirxand. Trump û Putin ji bo agirbesteke demkî li Ukraynayê li hev kirin.

Rojnameyên erebî îro
20 adar, 2025   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser binçavkirina serokê şaredariya Stenbolê, dosyaya Rûsya û Ukrayna û siyaseta Trump.

BINÇAVKIRINA ŞAREDARÊ STENBOLÊ: TAWANÊN GENDELÎ Û TERORÊ YE, AN DERBEYEKE LI DIJÎ SEROKÊ BÊ YÊ TIRKIYEYÊ

Rojnameya El Ereb diyar kir ku desthilata Tirk şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi tawana gendelî û piştevaniya komên terorîst binçav kir. Hate diyarkirin ku muxalefeta Tirk binçavkirina şaredarê Stenbolê bi derbeyeke siyasî  nirxand "nemaze di demekê de ku giraniya Îmamoglû wekî hevrikekî sereke yê muhtemel ê serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên bê de zêde bûye."

Rojnameyê diyar kir ku "Eger Îmamoglû bi tawanên giran were dadgehekirin û cezayên giran lê werin birîn, an jî eger girtina wî bi armanca reşkirina û lawazkirina giraniya wî di nava gelê de, dê hilbijartina wî ji bo serokomariyê zehmet bike." Hate diyarkirin ku xala bi hêz a Îmamoglû xîtaba wî ya xurt e ku di dosyayên girêdayî welatiyan de rexneyan li Erdogan dike. Ev jî sira giraniya wî ya di nava gel de ye.

Li gorî rojnameyê, profesorê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Sabanci ya Stenbolê Berk Esen, destnîşan kir ku ev geşedan derbeyek li dijî muxalefeta sereke nîşan dide. Berk Esen got "ev jî dikare Tirkiyeyê ber bi otorîterîzmê ve mîna rejîmên li Rûsya, Belarûs û Venezuelayê biavjo."

TRÊNA ÇARESERIYÊ DEST PÊ KIR?

Rojnameya El Xelîc jî bi bîr xist ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêwendiyeke telefonî pêk anîne ku zêdetirî 90 xulekan berdewam kiriye. Hate diyarkirin ku di wê hevdîtinê de awayên bidawîkirina şerê li Ukraynayê hatiye gotûbêjkirine. Li gor nûçeyên rojnameyê, Trump gotûbêj “gelekî baş û berhemdar nirxand ku dibe îşareta destpêkirina qonaxeke nû ya dan û standinan ji bo bidawîkirina aloziyê."

Hate diyarkirin, her du aliyan li ser agirbesteke demkî ji bo 30 rojan li hev kirin. Her wiha li hev kirin ku li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî dan û standinên di navbera Rûsya û Ukraynayê bêne dewamkirin.

Li gorî rojnameyê, hin çavkaniyan destnîşan kirin ku îhtîmal heye ku di peymana aştiyê ya giştî de Ukraynayê qebûl bike ku li ser nîvgirava Qirmê û hin herêmên din ên di bin kontrola Rûsyayê de tenazulan bike, li beramberî ku Ukraynayê grantiyên ewlehiyê û rêzgirtina li yekitiya xaka xwe werbigire.

ŞERQ EL EWSAT: TRUMP Û SIYASETA BRÎNKMANTIYÊ

Rojnameya El Şerq El Ewsat siyaseta Trump nirxand û diyar kir ku Trump stratejiyên li ser esasê "Zextên mezin û diyalogên dijwar" an ku "Siyaseta Brînkmantiyê" dimeşîne.

Rojnameyê hin mînakên vê siyasetê parve kirin. Hate gotin, Trump ji bo kontrolkirina Kanala Panama gefa bikaranînê hêzê xwar û "amerîkî kana lava kirin û xwedî rêjeya herî mezin a bazirgnaiya di rêya kanalê de" wekî hincet nîşan da. Li gorî rojnameyê, ji ber van zextan kanal ji însiyatîfa "kember û rê" ya çînî vekişiya û hegemoniya amerîkî li herêmê pêş ket.

(bb)