Rojnameyên erebî hemahengiya Erdogan û Colanî nirxand

Rojnameyên erebî diyar kir ku Erdogan hewl dide sûdê ji rewşa leşkerî ya ne li gorî berjewendiyên Esed bigire û gotinên wî bi yên Ebû Mihemed El Colanî re hemaheng in. Rojnameyan bal kişand ser girîngiya bajarê Hema diyar kir ku guhertina nexşeya leşkerî wê nexşeya siyasî jî bide guhertin.

Rojnameyên erebî hemahengiya Erdogan û Colanî nirxand
6 kanûn, 2024   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de rola Tirkiye di êrişên çeteyên HTŞˈê de, girîngiya bajarê Hemayê û bandora guhertinên leşkerî yên vê dawiyê nirxandin.

Hemahengiya El Colanî û Erdogan

Rojnameya El Ereb nivîsî ku serokê Tirkiyê rewşa leşkerî ya ku ne di xizmeta berjewendiyên Esed de ye, dîs nebûna piştgiriyeke bi bandor a Rûsiya û Îranê heta niha, bi kar tîne da  ku bîne bîra Esed ku ew fatûreya nepejirandiya bangên Enqerê yên ji bo normalîzekirinê dide.

Li gorî rojnameyê, dema pir dewletan hişyarî da ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra berê) paçeyek axa Sûriyeyê dester kir, Erdogan nîşan dide ku "Ti têkiliya wê bi tiştên ku li Sûriyê diqewimin re tine ye", û Tirkiyê dixwaze guhertina siyasî li Sûriyeyê çêbibe, her wiha ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dibêje ku "guhertinên" ku li Sûriyê rû didin, bi bêdengî pêk tên.

Rojnameyê dyar kir ku Erdogan her hewildanên El Colanî berdewam dike û ji derdora xwe re dibêje ku  şer tenê li dijî rejîma Esed e,  lew ra dê ti bandorê li herêmê neke.

NEXŞEYA LEŞKERÎ WÊ NEXŞEYA SIYASÎ JÎ BIDE GUHERTIN

Rojnameya Şerq El Ewset bal kişand ser bandora kontrolkirina komên çete li ser Hemayê. Rojnameyê îşaret bi girîngiya rêya navneteweyî (M5) kir û wekî stûna pişta girîngtirîn bajarên Sûriyeyê (Helebê, Derayê û Hemayê, Hums û Şamê) bi nav kir. Rojnameyê diyar kir ku bi taybetî di warê erdnîgarî de Hema ji bo van bajaran xwedî girîngiyeke ku gelek bajarên Sûriyeyê dighîne hev.

Li gorî rojnameyê, hemû nakokiyên jeopolîtîk niha li ser dîmena Sûriyê xuya dibin, nexşeya leşkerî bêguman wê nexşeya siyasî biguhere. Guhertina nexşeya siyasî wê hêzê bide aliyan li ser maseya Sûriyê.

GIRÎNGIYA STRATEJÎK A BAJARÊ HEMAYÊ

Tora El Hurra jî ku bal kişand ser girîngiya bajarê Hemayê bi bîr xist ku "Hema bajarekî stratejîk di kûrahiya Sûriyê de ye ku Helebê bi Şamê ve girê dide. Hema 213 km li bakurê Şamê, 46 km li bakurê Humsê û bi qasî 135 km dûrî bajarê Helebê ye."

Tora El Hurra der barê girîngiya Hema ji bo hêzên Şamê de jî diyar kir ku Hema ji bo hêzên hikumeta Şamê girîng e, "ji ber ku parastina wî ji bo ewlekirina paytext Şamê pêwîst e. Her wiha xaleke ku bakur û başûr, rojhilat û rojava an ku Şam, Heleb, Hums û Laziqiyê bi hev ve girêdide."

(bb/k)