Dagirkeran 6 gundên Minbicê dan ber topan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê 6 gundên Minbicê topbaran kirin.

Dagirkeran 6 gundên Minbicê dan ber topan
6 kanûn, 2024   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên kantona Minbicê dewam dikin.

Artêşa Tirk a dagirker a dagirker û çeteyên wê îro saet di 03.00ˈan de gundên rojavayê kantona Minbicê topbaran kirin.

Dagirkeran gundê Yalanlî bi 16 guleyan, gundên Cebla Hemra, Hute û Cib Mexzûm bi nêzî 26 guleyên hawan û obîsan dan ber topan.

Gundê Meyl Wêran bi 7 guleyan û Biwêhîc jî bi 13 guleyên tankan hatin topbarankirin.

Di êrişên duh de jî 3 kes şehîd bûn 2 kes jî birîndar bûn.

(bb)

ANHA